AGIRÎ – Welatiyên li zozanan ji aliyê partiyên siyasî ve hatine jibîrkirin û şirketên anketê jî naçin cem wan. Welatiyên li zozanan sewalkariyê dikin diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê û gotin: “Em Kurd têra dilê xwe hatin eciqandin û biçûk hatin xistin. Êdî bes e.”
Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re tenê 5 roj man. Girseyek ji aliyê partiyên siyasî ku xebatên hilbijartinê birêve dibin hatine jibîrkirin hilbijêrên li zozanin. Welatiyên li Herêma Sînek ku derketine zozanan der barê hilbijartina 24’ê Hezîranê de axivîn û raman û piştevaniya xwe ya dê ji bo kîjan partiyê bidin axivîn.
‘LIGEL TABUYÊN ME HENE JÎ DÎSA GUNDÊN ME ŞEWITANDIN’
Yek ji welatiya li gel malbata xwe li zozanan e Muhabbet Denîz a li zozanên Sînekê dimîne. Denîz û malbata xwe ji mezraya Kijik a girêdayî gundê Suverena bi ser navçeya Elhaci ya Îdirê ve neçar mane koçî nvenda bajêr bikin. Sedema koçberiyê neyartiya di navbera wan û keyayê gund de ya ji ber erda ye. Denîz diyar kir ku ji ber wan doza erd li keya vekiriye, keya 20 malên wan şewitandiye û wiha got: “Gundê me gundekî 100 sal berê hatibû avakirin. Keyayê gundê me sala par tevahiya gundê me şewitand. Li gel tapuyên me hebûn jî xwestin em gund vala bikin. Me li ber xwe da, doz li me vekirin. Hêj doz dewam dike. Bêyî ku karê fermî bên birêve birin, keya û cerdevanên xwe me ji gund derxistin. Hemû zevî, baxçe û malên me ji me sitendin. Em şerpeze bûn. Tapuyên me hene, lê ji ber edaletê nîne em nikarin heqê xwe bi dest bixin. Ji ber me ji gund derxistin, em neçar man li Îdirê bi cih bibin. Dema zozanan jî pezê xwe tînin vir û debara xwe pê dikin.”
‘HEQÊ WÎ HEYE DENGÊ KURDAN BIXWAZE?’
Denîz ji şewitandina gundê xwe Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan berpirsyar girt û wiha domand: “Ji bo ku wê HDP edaletê bîne em ê piştevaniya HDP’ê bikin. Em edaletê dixwazin. Wek din tiştekî din naxwazin. Em gundê xwe dixwazin. Çima bi zilmê mal û milkên me ji me sitendin? Heke edalet hebûya wê ev yek nehata serê me. Erdogan dibêje ‘Em ê ji kurdan deng bigirin.’ Baş e, ez ji Erdogan dipirsim; Tu bi çi heqî dengê kurdan dixwazî? Mafê te yê deng xwestinê heye? Te hat gundê me şewitand û tu têyî ji me dengan jî dixwazî. Bi te re edalet heye? Dema tu nimêj dikî û rojî digirî diçî ji mirovan re derewan dikî. Heke edalet hebûya we yê gundê me yê sed salî neşewitanda. Ji bo berjewendiyên xwe dengê kurdan dixwaze. Wek din ne ji bo tiştek din e. Bi qeweta xwedê wê HDP bi ser bikeve.”
‘EM HEQÊ XWE HELAL NAKIN Û DENGÊ XWE JÎ NADIN AKP’Ê
Emîne Agîş a mala wan şewitandin jî anî ziman ku Erdogan rayedariyê dide keyayan û ji ber vê sedemê gundê wan şewitandin e û got: “Me şerpeze kirin. Derûniya zarokên me xera bû. Ez wan hewalî xwedê dikim. Heqê me li wan ne helal be. Mal û milkê me şewitandin û me qewirandin. Em dengê xwe nadin wan. Erdogan ferman dide keyayan û keya jî ji vê fermanê wêrekiyê digirin û êrîşî me dikin. Dixwazin me ji ser axa me bi qewirînin. Em ê dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş. Em ê Demîrtaş ji girtîgehê derxin.”
‘JI BO AZADIYÊ HDP’
Ayşe Kaçak a lî zozanan dimîne jî da zanîn ku 6 malên wan li zozanan hene û 45 dengê wan hene û dê hemû dengê xwe bidin HDP’ê. Kaçak diyar kir ku ev hilbijartin ji bo siberoja wan hemûyan girîng e û got: “Em ê ji bo azadiya xwe dengê xwe bidin HDP’ê.”
MA / Dîren Yurtsever