STENBOL– Redkarê Wijdanê Ahmet Demîrsoy, diyar kir ku daxuyaniyên ji bo leşkeriya bibedêl ên ku AKP'î didin ji bo wergirtina denga ye. Demîrsoy bang li herkesî kir ku neçin leşkeriyê.
Serokwezîr Bînalî Yildirim di bernameyeke televîzyonê de daxuyandibû ku leşkeriya bibedêl di rojeva wan de ye. Redkarê Wijdanî Ahmet Demîrsoy ev yek nirxand û diyar kir ku ev ji bo wergirtina dengan ên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ye.
Demîrsoy, bilêv kir ku li Tirkiyeyê gelek kes hene ku naxwazin biçin leşkeriyê û got: "Jixwe li Tirkiyeyê krîzek heye. Eger em bifikirin herkes 15 hezar lîreyî bide, dê deynên hikûmetê yên heyî heta demekê taloq bike. Her wiha ev yek ji bo malbatên dewlemend ên ku naxwazin zarokên wan biçin leşkeriyê jî peyamek e."
Demîrsoy, anî ziman ku her qurişa ku ji bo dewletê tê dayîn dibe sedema mirina mirovên din û got: "Mirov dibêjin 'neçûm leşkeriyê, min pereyê xwe da, wijdanê min rihet e.' Lê bi vî pereyê ku te û hin kesên din daye çek û bombe tên kirîn. Kesên ku ev pere dane, bi qasî kesên ku pêl tetikê dikin sûcdar in. Dema serê xwe danîn ser balgiyê û guh bidin wijdanê xwe dê fêm bikin ku kujerê sereke ew in. Çimkî te kujerên heyî xweyî kirin. Bi pereyê ku te de mirovên din çûn Efrînê dagir kirin, Sûr, Nisêbînê rûxandin. Ev ne wijdan e. Wijdan ew e ku mirov bi wî pereyî alîkariya xizanan bike."
Demîrsoy, destnîşan kir ku divê mirov bi tu awayî neçe leşkeriyê. Demîrsoy, da zanîn ku li Tirkiyeyê mafê redkariya wijdanî nayê qebûlkirin û redkarên wijdanî jî bedêlên giran didin. Demîrsoy got: "Belê, ji ber ku em neçûn leşkeriyê me bedêl da. Çerxa vê pergalê em îşkence kirin. Lê rûmeta me heye. Em wekî kesên din neketin nav vê çerxê. Dema em li kuçeyê dimeşin serê me bilind e. Yanî em dikarin ji zarokekî Sûrê re bêjin 'me mala te xera nekir.' Lê kurd û çepgirên ku leşkerî kirine dema vê yekê bibêjin, ez bi wan nebawer im. Her roj bên îşkencekirin, lê bila sekneke we ya bi rûmet hebe."
MA / Muhammet Dogru