ÎDIR –Namzetê AKP'ê yê Îdirê Ahmet Tûtûlmazê ku her navê wî her roj bi hin îdiayan tê bilêvkirin, derket holê ku mudaxileyî hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr kiriye û hilbijartin betal kiriye. Her wiha tê îdiakirin ku Tûtûlmaz li bajêr lîsteya xebatkarên cemaweriyê yên hatine betalkirin jî amade kiriye.
Namzetê AKP'ê yê Îdirê Ahmet Tûtûlmaz, her roj bi tiştên sosret dikeve rojevê. Hefteya borî di civînekê de gotibû: "Dê di 25'ê Hezîranê de hesab ji kesên ku li cem me cih negirtine bê pirsîn." Niha jî navê Tûtûlmaz bi fesixkirina Meclîsa Giştî ya Bajêr a Îdirê di rojevê de ye. Tûtûlmaz bi van gotinan li xwe mikur hat ku çawa hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr fesix kiriye. Tûtûlmaz ji endamê meclîsa bajêr ê MHP'î Cabbar Şiktaş re gotiye: "Te dît min çawa endamtiya we ya Meclîsa Giştî ya Bajêr fesix kir. We hêza AKP'ê dît ne wisa?" Ligel vê Tûtûlmaz ji endamên meclîsê yên BDP'î re jî gotibû "PKK'yî."
'TÛTÛLMAZ LÎSTEYA KESÊN HATINE ÎXRACKIRIN AMADE KIRIYE'
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi îlankirina Rewşa Awarte re li tevahiya welat bi hezaran kes hatibûn îxrackirin. Li Îdirê nemaze jî bi dehan endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê hatibûn îxrackirin. Di dema îxrackirinan de Tûtûlmaz serokê AKP'a Îdirê bû. Hatibû îdiakirin ku lîsteya kesên hatine îxrackirin ji aliyê Tûtûlmaz û rêveberiya wî hatiye amadekirin.
Wê demê yek ji kesên hatibûn îxrackirin jî namzetê HDP'ê yê Îdirê Bijîşk Habîp Eksîk bû. Eksîk, destnîşan kir ku ev yek bi lîsteyên ku serokê AKP'a bajêr û rêveberên wê amadekirin pêk hat.
Eksîk got: "Ez endamê SES'ê bûm. Piştî Rewşa Awarte hat îlankirin, sal û nîvek berê, bi KHK'ya jimare 675'an hatim îxrackirin. Wekî min bi dehan kes hatin îxrackirin. Di van îxrackirinan de tiliya kesê ku wê demê serokê AKP'a bajêr bû heye. Belkî delîleke me ya berbiçav tune ye, lê hemû Îdir bi vê yekê dizane. Herkes baş dizane ku ev lîste ji aliyê van kesan hatine şandin. Her wiha di ÎŞKÛR, girtina mamosteyên biheq de û girtina karmendan de tiliya van kesan heye. Kesên ku ne ji wan in di tu saziyan de nikarin bixebitin."
TÛTÛLMAZ: MIN MECLÎSÊ FESIX KIR
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a wê demê rojnamevan Cabbar Şiktaş, diyaloga ku wê demê di navbera wî û Tûtûlmaz de derbas bibû di 5'ê Îlona 2016'an de nivîsandibû. Şiktaş wiha behsa diyaloga di navbera xwe û Tûtûlmaz de kiribû: "Çend roj berê dema ez di ber dikana hevalekî xwe yê hêja re derbas dibûm, Serokê AKP'a Bajêr Ahmet Tûtûlmaz ku di hundurê dikanê de rûniştibû got: 'Cabbar beg were em çayekê vexwin.' Ez jî çûm li dikanê rûniştim. Min silav da û berî ku li hal û rewşa wî biprisim, Serokê AKP'a Bajêr Ahmet Tûtûlmaz got: '(Ji bo endamtiya Meclîsa Giştî ya Bajêr) Te dît min çawa endamtiya te fesix kir. We hêza AKP'ê dît ne wisa. Min 5 salan endamtiya Meclîsa Giştî ya Bajêr kir. Min PKK'yî anîn rê. Me di her civînê de şer dikir... Ez wekî we bi PKK'yiyan re rûneniştim. Lê ligel vê jî me 5 salan meclîsê bi rê ve bir, lê we biryarên hevpar girtibûn û dîsa jî we di 2 salan de meclîs fesix kir. We hişt ku ew di civînên meclîsê de propagandaya PKK'ê bikin. Di meclîsê de PKK'yiyan tişta dixwest dikirin."
Her wiha Tûtûlmaz tenê qîma xwe bi vê yekê nayîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de diçe kuderê ji mirovan re dibêje: "Eger hûn dengê xwe bidin min ez ê we têxim kar." Tûtûlmaz midûrên sazî û dezgehan jî digire cem xwe û xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe.