* Redkarê Wijdanê Ahmet Demîrsoy, diyar kir ku daxuyaniyên ji bo leşkeriya bibedêl ên ku AKP'î didin ji bo wergirtina denga ye. Demîrsoy bang li herkesî kir ku neçin leşkeriyê.
* Namzetê AKP'ê yê Îdirê Ahmet Tûtûlmazê ku her navê wî her roj bi hin îdiayan tê bilêvkirin, derket holê ku mudaxileyî hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr kiriye û hilbijartin betal kiriye. Her wiha tê îdiakirin ku Tûtûlmaz li bajêr lîsteya xebatkarên cemaweriyê yên hatine betalkirin jî amade kiriye.
* Namzetên HDP'ê yên Stenbolê diyar kirin ku ligel hemû astengiyan jî gel bi coşeke mezin tev li mîtînga Bakirkoyê bûye û niha jî dor dora ku ev coşa mîtîngê xwe di sindoqan de bide der. Namzetan got: "Em ê biroj dengê xwe bi kar bînin û paşê jî li pey sindoqan bin."
* Platforma Hilbijartinê ya Adil ku ji aliyê 17 saziyan ve hat avakirin, dê roja hilbijartinê bi milyoneke peywirdar sindoqan biparêze.
* Berdevkê Înîsyatîfa Gaveke Din (Bir Adim Daha Înisyatifi) Hakan Ozturk, diyar kir ku piştî hilbijêran dengê xwe de divê neçin malên xwe û got: "Peywira me tenê ne dengdayîn e, di heman demê de xwedîderketina li dengan e jî."
* Namzetê HDP'ê yê Manîsayê Sirri Sakik, bal kişand ser tevlêbûna Tansu Çîller a mîtîngê AKP'ê û wiha got: “Aktora ku hêj hesabê kuştinên di serdema xwe de nedane, wekî ku serkeftin
bi dest xistibe, mivan silav dikin. Ev rewş nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî çiqas xerab e. Di serdema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin."
* Welatiyên li zozanan ji aliyê partiyên siyasî ve hatine jibîrkirin û şirketên anketê jî naçin cem wan. Welatiyên li zozanan sewalkariyê dikin diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê û gotin: “Em Kurd têra dilê xwe hatin eciqandin û biçûk hatin xistin. Êdî bes e.”
* Ciwanên Wargeha Mexmûrê banga xwedîderketina dengan û sindoqan li ciwanên Tirkiyeyê kirin û gotin: “Bi qasî dayîna dengan parastina wan jî giringe. Tecrubeyên borî hene. Li gorî wê parastina dengan bikin.”
* Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan, têkildarî binçavkirina li dijî endamên wan ên ji bo li karên xwe vegerin 70 heftene di çalakiyê dene, diyar kir ku sînorê hiqûqa OHAL'ê jî derbas kirine û wiha got: "Têkoşîna me ya li dijî îxracan dê bidome."
*Mitînga HDP’ê dê li navçeya Bazida Agiriyê bê lidarxistin. (11.00)
*Odeya Bijişkan a Stenbolê, dê nêrîn û bangên xwe yên ji bo bijîşkan ên derbarê hilbijartina 24’ê Hezrîna 2018’an de, ji bo bi raya giştî re parve bike, dê li avahiya Cagaloglu civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
*Li navçeyên Midyad û Kerboranê yên Mêrdînê, bi tevlîbûna namzetan, HDP dê mitîngan li dar bixe. (14.00-16.00)
*Li Şirnex û navçeyan, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, HDP’î biçin serdana gundan. (11.00-20.00)
*Li Salona Dawetê ya Erenoglu ya Wanê, HDP dê bi şîara “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi serbikevin” Hevdîtina Ciwanan pêk bîne. (19.00-23.00)