SÊRT - Li navçeya Dihê teqîn rû da, leşkerek mir û 2 leşker birîndar bûn.
Li çoltera Dagdoşu ya navçeya Dihê ya Sêrtê, di dema derbasbûna maşîneya leşkerî de teqîn rû da. Di teqînê de 3 çawişên pispor birîndar bûn. Ji 3 çawişên pispor ên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, çawişekê jiyana xwe ji dest da û dermankirin du çawişan jî berdewam dike.
Piştî teqînê li herêmê bi alîkariya hewayî operasyon hat destpêkir.