‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'

  • rojane
  • 19:37 18 Hezîran 2018
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP'ê yên bajaran li gelek navçeyan ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê mîtîngên girseyî li dar xistin. Namzetên HDP'ê di axaftinan de diyar kirin ku AKP bi Tansû Çîller ve peyam didin Kurdan û gotin: “Ne tenê ji bo gelê kurd û tirk ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn mifteya aştî û çareseriyê Ocalan e. Mifte di destê Ocalan de ye." HDP'ê li Wan, Îdir, Qers û Erdexanê jî esnaf zyaret kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeyên Hezro û Çinarê bi tevlêbûna namzetên HDP'ê mîtîn pêk anîn. Namzetê parlemeteriyê yên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag, Abdurrahîm Dûrmûş, Selçûk Mizrakli, Gora Paylan, li gel rêveberên HDP  û DBP’ê yên bajar û navçeyan bi sedan hilbijêr tevlî mîtîngê bûn. Namzetên HDP’ê li navçeya Hezro ji aliyê welatiyan ve bi alên HDP’ê hatin pêşwazîkirin. Namzet çûn qada mîtîngê û silav dan gel. Di mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Naşîde Toprak axivî û diyar kir ku vê cejnê jî desthilata AKP’ê xwîn rijan û di kesayeta welatiyên li Pirsûsê hatin qetilkirin de polîtîkayên AKP’ê şermezar kirin.
 
Piştre jî Selçûk Mizrakli axivî û destnîşan kir ku AKP di mîtînga li Stenbolê de li gel Tansû Çîller bal kişand ser peyama ji bo Kurdan hate dayîn û got: “Yên ku ji bo qatilan dibin bask û hevkar, derdikevin û peyam didin; lê em natirsin.”
 
ÇINAR
 
Namzetên HDP’ê piştî Hezroyê berê xwe dan Çinarê, li vir jî gel eleqeyek mezin nîşan dan. Namzetên ku bi konvoyeke bi dehan wesayîtan kete qada mîtîngê, bi gel re li qadê govend gerandin. Hevserokê HDP’ê Mehmet Şerîf Çamçi yê li vir axivî, diyar kir ku zalim her demê zilam xwe didomînin, li hemberî vê jî berxwedana gel tim didome. Çamçî got: “Em hilbijartin hilbijartineke girîng e. Divê em biçin ser sindoqan û destê xwe danin ser wijdana xwe, dayika Teybetî Sûr, Cizîr û Nisêbînê, wezîfedarkirina qeyûman a ji bo şaredariyê me, êşa me ya kûr Qetlîama Roboskî dîsa ya ji hemûyan girîngtir Birê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bîr nekin. Ev bi salan e Birêz Ocalan di nava tecîrdê de ye. Kilîda aştiyê ya ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirk di hemam demê de kilîda aştiyê ya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye. Ji bo vê divê di 24’ê Hezîranê de dersa herî mezin bide AKP-MHP’ê.”
 
Namzetê Parlemeteriyê yê Amedê Abdurrahîm Dûrmûş jî bal kişand ser qetlîama Pirsûsê û diyar kir ku AKP xwedî li qatilan derdikeve.
 
WAN
 
Li navçeya Seray a Wanê namzeta HDP’ê Asûman Yelmazer û parlamenterê berê Nazmî Gur xebatên hilbijartinê bi rêve bir. Serokê Şaredariyê Mehmet Garîp Aykût ê ku li cihê wî qeyûm hatibû tayinkirin beşdarî partiyan bû, li taxan geriyan û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir. Destpêkê endamên partiyê li navenda navçeyê serdana hinek malbatan kirin.
 
Piştre namzet û heyeta pêre li taxa Arincik û li gundikê Meşe yê girêdayî wê serdana malan kirin. Mehmet Garîp Aykût axivî û wiha got; “Di dema me de ger ku neheqiyek ya me tenê li we hebe carek din destûr nedin em werin gund. Niha qeyûm hatiye projeyên me dike yên xwe û daxwaza me ji we ewe ku dawî li vê neheqiyê bînin.”
 
ELBAK
 
Namzetê HDP’ê yê Wanê Mûrta Sarisaç û heyeta pêre li navçeya Elbakê serdana dikandaran kir û cejna wan pîroz kir. Rêxistina HDP’ê ya Elbakê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xebatên xwe li taxên Hozî, Çadixan domandin. Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da.
 
WESTAN
 
Li navçeya Westan a Wanê namzeta HDP’ê Mûazzez Orhan serdana sazî, kooperatîk û Komeleya Mixtaran kir. Orhan got AKP dema xwe ya dawî dijî û wiha got; “Dema hûn çûyîn ser sindoqan Dayika Taybet, Remziye Bor, Ekîn Wan ê ji bîr nekin.” Wê xebatên Orhan li navçeyê heta saetên şevê jî bidome.
 
ÎDIR
 
Saetên sibê namzet û welatî li pêşiya avahiya buroya hilbijartinê ya HDP’ê kombûn, belavî 2 koman bûn û xebatên hilbijartinê domandin. Komên HDP’ê li gundên girêdayî navend û taxên navendê geriyan û belavok belavkirin. Welatî û gundiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da, şekir û ça pêşwazî kirin.
 
LI QERS Û ERDEXANÊ XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIDOMIN
 
Li Qers û Erdexanê namzetên HDP’ê lez da xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Namzeta HDP’ê ya Qersê Arzû Moco li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê serdana nexweşan kir û namzetê din Bişar Abdî Alinak jî li gundên Qaxizmanê bi gel re civiya.
 
Namzetên HDP’ê yên Erdexanê Taşkin Aktaş û Ozturk Polat jî li gundên Golete, Bînbaşar ên Erdexanê bi gel re civiyan. Namzetên HDP’ê li gundê Surugun yê Erdexanê jî beşdarî vekirina Komeleya Alîkarî û Piştevanî ya Civakî bûn.

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn