Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide

  • rojane
  • 15:00 16 Cotmeh 2017
  • |
img

KERKÛK -  Hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ji duh bi şev ve êrîşî Kerkûkê dikin. Hêzên pêşmerge xwe bi temamî ji Kerkûkê vekişandin. Endamên HPG û YJA-Star jî li nava bajêr li ber xwe didin. Şer li dora Rehîmava ku li ser rêya Hewlêrê ye diqewime.

Hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê, duh bi şev saet di 02:00 de ji Tazeyê ber bi Kerkûkê ve ketin nava liv û tevgerê. Heşdî Şabî, piştî Tazeyê hewl da Pira Kerkûkê kontrol bike û li Xurmatûyê jî şer dest pê kir. Şer saet di 03:00 de li taxa Pîşesazî ya li nêzî navenda bajêr belav bû.
 
Îro danê sibehê şer li gelek cihan qediya bû. Li gelek nuqteyan şer zêde neqewimî û pêşmergeyan xwe vekişandin. Saet di navbera 10:00-11:00 de vê carê li Daqûqê şer dest pê kir û Daqûq, Xurmatû, Taze û Tel Wert ketin destê hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê.
 
Heşdî Şabî ji saet 11:00 û pê ve berê xwe dan Keywanê û ev der jî bi dest xistin. Pêşmergeyan ev der jî terikandin. Pişt re şer li nava bajêr rû da. Li aliyê Erefeyê şer dest pê kir.
 
Paşê ji Teywanê ber bi Erefe û Peylakê ketin nava liv û tevgerê. Hewl dan bikevin navendên ku pêşmergeyên PDK'ê û hêzên asayîşê terikandine. Di vê demê de li ser pirê şerekî dijwar qewimî. Heşdî Şabî bi tankan êrîş kirin.
 
Di rewşa heyî de şer li Erefe, Peylak, derdora Rehîmava ku li ser rêya Hewlêrê ye û li nava bajêr diqewime. Tê gotin ku nîvê bajarê Kerkûkê ketiye destê Heşdî Şabî.
 
GEL, HPG Û YJA-STAR LI BER XWE DIDE
 
Endamên HPG’ê û YJA-Starê, şervanên xwebexş ên ji gelê Kerkûkê û pêşmergeyên bajar neterikandine, niha Kerkûkê diparêzin. Di vê çarçoveyê de di serî de rêyên Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêrê hemû rêyên sereke hatine girtin. Tê gotin ji bo pêşî li êrîşên gengaz û derketina hin koman ji nava bajêr bê girtin, ev rê hatine girtin. Bi hezaran kesên ber bi xeta parastinê ya HPG’ê YJA-Star ve herikîn gotin ku di nava her şert û mercî de ew ê bajarê xwe neterikînin.
 
Rojnamegerên li herêmê ragihandin ku hêzên pêşmerge xwe bi temamî ji Kerkûkê vekişandine. Tenê hin pêşmergeyên nexwestin ji bajêr derkevin û endamên HPG’ê û YJA-Starê di çeperên berxwedanê de Kerkûkê diparêzin.
 
DAXUYANIYA IRAQÊ
 
Di vê navberê de Fermandariya Hêzên Hevpar a Iraqê jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku hêzên Iraqî hin herêmên li Kerkûkê kontrol kirine.
 
Di daxuyaniya fermandariya navborî de wiha hat gotin: "Hêzên me pira Xald, rêya Riyaz, dibistana Xald, deriyê Meryem Beg, rêya Reşd-Meryem Beg, taxên Pîşesaxî û Tirklam, bajarokê Yaycî, febrîqeya gazê ya li bakur, navenda polîsan û parzûngeha petrolê ya li nêzî febrîqeya gazê kontrol kirin."
 
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku êrîşa li dijî Kerkûkê ji bo berjewendiyên gelê Kerkûkê ye û got: "Me gelek caran got, ku divê hikumeta Herêma Kurdistanê nekeve nava hewldanên bi vî rengî (referandûm). Me ji wan re got, ku li dijî yekparebûna axa Iraqê, berjewendî û qanûnên Iraqê dernekevin. Lê belê tevî hemû hişyariyên me jî ev kirin. Ji bo bicihanîna qanûnên xwe û parastina çavkaniyên xwe yên neteweyî em jî hatin Kerkûkê."
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn