Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin

img

MÊRDÎN - Di Newroza bi coş a Qoserê de Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: "Gelê Kurd dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze. Gelê Kurd dixwaze Birêz Ocalan di nava xwe de bibîne."

Li navçeya Qoser a Mêrdînê Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo azadiyê" hat pîrozkirin. Welatî li Qada Otogarê ku beriya bernameyê wê pîrozbahî lê bihata lidarxistin li dora barîqatan li hev kom bûn. Welatiyên ku bi gerandina govendê dest bernameyê dewam kirin, li deriyên têketinê rûyê xwe bi rengê zer, sor û kesk boyax kirin. Bi destpêkirina têketina qadê re bi hezaran kes bi nîşaneyên serketinê û dirûşma "Biji Newroz" ketin qadê. Gelek malbat tevlî pîrozbahiyê bûn û cilên herêmî li xwe û zarokên xwe kirin û gelek caran dirûşmên; "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Bernameya Newrozê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê komîteya amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Abîdîn Unay axaftinek kurt kir. Her wiha peyama Abdulkerîm Erdem ê ku piştî bû Hevserokê Navçeya Qoserê ya DEM Partiyê hate girtin, hate xwendin.
 
Piştre Wekîla DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: "Ferhat Kûrtay û hevalên wî dema ku Ferhat Kûrtay û hevalên xwe bi çirûskekê bedena xwe dan ber agir, dizanîbûn ku wê çirûsk belav bibe. Îro ew çirûsk di dilê milyonan de ye." Aydenîz ku axaftina wê gelek caran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qutkirin wiha berdewam kir: "Vî gelî bi salan berdêlên mezin da. Bi saya van berdêlê em hatin vê rojê. Lê belê çawa ku em dev ji têkoşînê bernadin, hikûmet jî êrişên xwe yên li hemberî me nasekinîne. Lê em ji vir dibêjin; em ê hemû êrişên wan vala derxin."
 
'DIVÊ KOMKUJÎ BÊ RONÎKIRIN'
 
Salîha Aydenîz qetilkirina malbateke ji 9 kesan ku 7 jê zarok in li Kobanê hat qetilkirin bibîr xist û ev êriş şermezar kir û wiha got: “Divê ev êriş di dema herî nêz de bê ronîkirin. Van rojan dengên provakasyonê tê guhê me. Her gava ku ji bo aştî û azadiyê gavek tê avêtin, provokasyon rû didin. Ji bo vê jî divê dewleta Tirk vê êrîşê ronî bike. Ev ne pirsa parastina sînoran e, ev êrîşeke duyemîn a Roboskî ye, komkujiyeke duyemîn a Parîsê ye. Pêwîste di zûtirîn demê de zelal bibe.”
 
'EM Ê BANGÊ BIGIHÎNIN ARMANCÊ'
 
Saliha Aydenîz diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirk û Rojhilata Navîn e û wiha got: "Em amade ne. Ez meraq dikim ka ew jî amade ne? Gel, ciwan û jinên Qoserê, em li cem birêz Ocalan in. Ocalan mîsyona herî mezin daye jin û ciwanan. Em weke ciwan, weke jin ji vê pêvajoyê re amade ne. Ji bo pêkanîna demokrasiyê, ji bo aştiyeke bi rûmet, ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hev re û bi hev re bijîn, em ê vê banga dîrokî xwedî derdekivin û dê bigihêje armanca xwe. Em ê vê pêvajoyê baş fêm bikin da ku em rola xwe bilîzin. Ji ber ku em ji xwe, ji sekna xwe û Rêberê xwe piştrast in. Em bi wî bawer in. Eger em vê bangê hembêz bikin, divê were zanîn ku birêz Abdullah Ocalan wê azad bibe, ew ê azad bibe."
 
'EM SIYASETA DURÛ QEBÛL NAKIN'
 
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî, komkujiya li Kobanê şermezar kir û wiha got: "Dema em li vir ji bo aştiyê têdikoşin, li cem me gelê me, birayên me û hemwelatiyên me qetil dikin. Wezîrê Parastinê derdikeve û dibêje ku ew ê destûrê nede ti kes pêvajoyê sabote bike. Lê yên ku sabote dikin ew in. Îro li her dera Kurdistanê mirov tên kuştin. Em vê siyaseta durû qebûl nakin. Eger hûn samîmî bin, dest ji van kirinan berdin."
 
'ÇARESERÎ MODELA ROJAVA YE'
 
Bayindir bal kişand ser komkujiyên li dijî Elewiyan bi avakirina hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê re û wiha axivî: "Eger li Sûriyeyê pêşerojeke demokratîk hebe, wê bi modela Rojava re be. Ji bilî vê modeleke ku bi kêrî gelên Sûriyeyê were nîne. Ji bo vê jî divê hemû cîhan piştgiriyê bide Rojava. Modela Rojava modeleke însanî, exlaqî û azadiyê ye. Eger Tirkiye wê pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi hemû cîranên xwe re li ser şert û mercên baş be. Li dora wî mirovên Kurd hene. Ji ber vê yekê em dibêjin gelê Kurd dê banga Birêz Ocalan hembêz bike. Demeke kin piştî banga Birêz Ocalan, di nava saetan de ji aliyê Kurdan ve gavek hat avêtin. Niha pêwîst e dewlet gav bavêje."
 
'KURD DIXWAZIN DENGÊ OCALAN BIBIHÎZIN'
 
Bayindir bi lêv kir ku gelê Kurd girîngiyê nade axaftinên ji hêla desthilatdariyê tên kirin û wiha berdewam kir: "Gelê Kurd dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze. Gelê Kurd dixwaze birêz Ocalan di nava xwe de bibîne. Di televîzyonan de diçin dibêjin bila PKK çekên xwe deyne. Wezîrê Dadê wiha dibêje. Wezîrê Dadê, karê we ne ew e ku hûn bang li PKK'ê bikin ku çekan deyne. Bi hezaran hevalên me hene ku bi rengekî neheq li girtîgehan hatine girtin. Neheqî li her derê zêde dibin. Eger ji bo PKK'ê banga çekdanînê were kirin, yê ku ev kir Birêz Ocalan bû. Ev ne karê te ye."
 
'NEXŞERÊYA XWE DIYAR BIKIN'
 
Bayindir polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: "Dest ji siyaseta xapandinê berdin. Rêbaza we ji bo çareseriyê çi be, pêşniyara we ya çareseriyê çi be? Nexşerêya xwe rave bikin.”
 
Bayindir, diyar kir ku ew ê peyama "Abdullah Ocalan, em bi milyonan li pişt we ne" bidin. Bayindir axaftina xwe bi pîrozkirina Newrozê careke din bi dawî kir.
 
Piştî axaftinan ciwanan agirê Newrozê pêxistin. Her ku agirê Newrozê hate pêxistin girseyê bi slogana; "Biji Serok Apo" coşa xwe anî ziman.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi derketina ser dikê ya Banda Awesta dewam dike.
 

Sernavên din

23/03/2025
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî