MÊRSÎN - Mîtînga HDP'ê ya Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran bi rêzgirtinê dest pê kir.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mêrsînê mîtîng pêk anî. Mîtînga HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran kesan dest pê kir. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pêkir. Ji niha de bi deh hezaran kes bi coşek mezin kom bûn û bê navber dirûşmeyan berz dikin. Nûneren rêxistinên demokratîk, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Namzetên HDP'ê û gelek kesên din jî tev li mîtînge bûn. Beriya ku siyasetmedar dest bi axaftinê bikin mîtîng bi muzîkê û govendê didome.