Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin

img

STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dedeoglû û Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît banga tevlibûnê kirin.

Rojnameger Necla Demîr Arvas, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatin binçavkirin û di 20’ê Çileyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Rojnameger Eylem Babayîgît jî di 22’yê Çileyê de hate girtin. Rojnameger Ahmet Guneş, di roja îdianameya wî hatibû amadekirin de hate berdan. Dîroka danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Welat Ekîn diyar bûn lê ji ber biryarên bêrayetiyê yên dadgehê, dîroka danişîna dozên rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Karvar û Vedat Oruç hêj nehatine diyarkirin. 
 
Danişîna ewil a doza Eylem Babayîgît dê di 19’ê Adarê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê were lidarxistin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Çapemenî Weşan û Xebatkarên Çapxaneyê ya Konfederasyona Komeleyên Karkerên Şoreşger (DÎSK Basın-Îş) Turgut Dedeoglû û Hevdîrektorê Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok banga tevlibûna danişîna Eylem Babayîgît kirin. 
 
Dedeoglû, diyar kir ku binçavkirin, girtin û darizandina rojnamegeran a ji ber xebatên pîşeyî di mijara azadiya fikr û xweîfadekirinê de rê li ber fikarên mezin vedike û got: “Sepanên bi vî rengî bandoreke neyînî li ser mafê agahîgirtinê yê civakê jî dike. Azadiya çapemeniyê nebe nabeya civakan e. Divê li dijî zexta îktîdar û darazê ya li ser rojnamegeran têkoşîneke piralî were dayin. Ev jî bi rêxistiniya hiqûqî, civakî û navneteweyî pêkan e. Divê temamiya civakê piştgiriyê bide rojnamegeran û nehêlin ku xwe bi tenê hîs bikin. Ji bo avakirina eniyeke hevpar a li dijî zextan hewcehî bi bihêzkirina sendîkayan heye. Têkoşîna azadiya çapemeniyê ne tenê ya rojnameeran, pirsgirêka hevpar a tevahiya civaka demokratîk e. Lewma hewldaneke hevpar pê divê. Heke çapemenî azad be civak dikare azad be.” 
 
'PÎŞEYA ROJNAMEGERAN TÊ DARIZANDIN’ 
 
Bi domdarî Dedeoglû anî ziman ku divê rewşeke ku rojnameger bikarin bi awayekî azad karê xwe bikin bê avakirin û wiha pê de çû: “Mafê darizandina adilane girîng e. Di esasê xwe de di şexsê Eylem Babayîgîtê de pîşeya rojnamegeriyê tê darizandin. Ji bo mezinkirina piştevaniyê û parastina rojnamegeriyê, em bang dikin. Eylem Babayîgît rojnameger e û rojnamegerî sûc nîne. Piştevanî dê me tevan bihêz bike. Di danişînê de em bi hempîşeya xwe re bin û pîşeya xwe bi hev re biparêzin.” 
 
'GELEK TIŞT DIKEVIN SER MILÊ ROJNAMEGERAN’ 
 
Veysel Ok jî daxuyand ku demekî dirêj e li Tirkiyeyê zextên giran li ser rojnamegeran hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê di vê demê de zextên girantir hene. Hema hema dozên hemû rojnamegeran hene, hatine binçavkirin, kontrola edlî hene, hatine girtin û ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Dema li Tirkiyeyê demokratîkbûn dixitime, dewleta hiqûqê ji holê radibe û siyaset dixitime, zextên ser rojnamegeran gelek zêdetir dibin. Em niha di serdemeke wiha de ne. Armanca esasî jî ew e ku rojnamegeran bêzar bikin, daxwaza xebata wan tune bikin û hemû qadê ji medyaya alîgir re bihêlin. Di vê serdemê de gelek tişt dikevin ser milê rojnamegeran.” 
 
'DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ XURTIR BIKIN’ 
 
Ok, got ku Eylem Babayîgît bi awayekî neheq hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê di danişîna sibe de were berdan. Lingê herî girîng ê li dijî van zextan, têkoşîn e. Fikrên siyasî, netew û ola rojnamegeran çi dibe bila bibe divê em li cem hemû rojnamegerên binçavkirî, girtî û rastî zextê tên bisekinin. Bi vî awayî em dikarin ser bikevin. Divê piştevanî bê xurtkirin.” 
 
MA / Yeşîm Tukel 
 

Sernavên din

21/03/2025
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin