STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, bal kişand ser tevlêbûna Serokwezîra Berê Tansu Çiller a mîtînga Erdogan û wiha got: "Tevlêbûna Çîller nîşan dide ku rojên tarî dîsa bi şûnde vegerînin. Divê li gorî wê dema em çûn ser sindoqê û biryara xwe bidin."
Duh Serokomar Tayyip Erdogan û AKP'ê li Yenî Kapi yê Stenbolê mîtîng pêk anî. Di mîtînga Erdogan de Serokwezîra berê ku di salên 90'an de bi kujtinên faîl ne diyar tê zankîn Tansu Çiller jî tev li mîtînga Erdogan bû. Çîller di mitingê de got "Ez bi şûûra mîllî li vir im" Dîsa di mîtinga Erdogan de Mehmet Agar ê di salên 1990'î de bi berpirsiyarê faîlên nediyar tê nasîn amade bû. Niha kurê Agar namzetê AKP'ê yê Xerpêtê ye.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, bal kişand ser tevlêbûna Serokwezîra Berê Tansu Çiller a mîtînga Erdogan û wiha got: "Tevlêbûna Çîller nîşan dide ku rojên tarî dîsa bi şûnde vegerînin. Divê li gorî wê dema em çûn ser sindoqê û biryara xwe bidin. Di salên 1990'î ku gelek kes hatin kuştin û kujerên wan nediyar bû, wê demê Çîller Serokwezîr bû. Dîsa Agar Wezîrê Karên Hundir bû. Wê demê gelek kurdên muxalif û kesên muxalif dihatin kuştin. Fîgur û remza wê demê ya kuştin û kujerên nediyar Agar û Çiller e. Hem ji daxuyaniyên AKP'ê û hem jî ji daxuyaniya Serokwezîrê berê Davutoglu, ku got 'Serdema Torosên sipî xelas bû' û dîsa bal kişand ser faîlên ne diyar rojên borî dîsa tînin hiş û aqilan. Em îro dîbînin ku fîgur û remza wê demê ku bi kuştin, windakirin û revandinê tên nasîn û bibîr anîn dîsa derdikevin ser dikê. Dîsa li tenişta Erdogan cihê xwe digirin."
'DEMA EM ÇÛN SER SINDOQAN EM SERDEMA AGAR Û ÇÎLLERÊ BÎNIN BÎRA XWE
Keskîn bang li hilbijêran kir û xwest dema çûn ser sindoqa serdema Tansu Çiller û Mehmet Agar bînin bîra xwe. Xwest salên 90'î ku mirov hatin kuştin û hêj kujerên wan nehatine darizandin bînînin bîra xwe û wiha got: "Dema em îtîfaqa AKP'ê ya bi MHP'ê re bînin ber çavên xwe. Îro çawa ku kes Esat Oktay Yıldıran naparêzin, Tu kes nikare Mehmet Ağar û Çiller jî biparêzin. Lê îro AKP wan tev li mîtîngê dikin û li gel AKP'ê cih digirin. Dema hûn çûn ser sindoqê û divê hûn vê yekê bifikirin. "
'GER AKP BI SER KEVE PÊVAJOYEK TARÎ LI PÊŞ ME YE'
Keskîn, da zanin ku AKP dizane ku li bajarên kurdan winda dike, rê û rebazên nijadperest dixe meriyetê. Îro ev pratîkên wê encama hevkariya bi MHP'ê re ye. Em di pêvajoyek pir tirsnak re derbas dibin. Em ketine pêvajoyek ku azadiya raman û îfadeyê tune ye. Tevlêbûna Çîller û Agar a mîtina AKP'ê nîşan dide ku rojên tarî li pêş me ne. Ger ku AKP vê hilbijartinê bi dest bixe û Erdogan bibe serokomar dê polîtîkayên Agar û Çiller jî tev li xwe bike. Ev bêtir me dixe nava metirsiyê. Em hevî dikin ku her kes li vê yekê bifikire û biçin ser sindoqê. Em hevî dikin ku HDP bendê derbas bike û rê nede rojên tarî. Ger ku HDP bendê derbas bike em dê kêfxweş û bi hêvî bin."
MA / Bilal Seçkin