Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe

img

ŞIRNEX - Li Hezexê Newroz bi pêşengtiya jinan hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiyê de diyar kir ku banga 27’ê Sibatê banga pêkvejiyan, azadî û wekheviyê ye û got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad  (TJA) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dan qada Newrozê. Li qadê pankartên “Silav ji aştiyê re” û “Newroz azadî ye” hatin daliqandin. 
 
Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê. Jin û ciwanên ku li ber stranan govend gerandin, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo bîranîna Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, pankarta bi nivîsa, “Tu kulîlka biharê ya hê nebişkivî ye Kemal Kurkut” hilgirtin. 
 
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bi bidawîbûna rêzgirtinê re girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Piştre jî Dayikên Aştiyê kevok firandin. 
 
Piştre jî Dayika Aştiyê Ayşe Hezer axivî û got: “Ez Newroza hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ev pêyama birêz Ocalan wê aştî û azadiyê bîne. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Ev peyama aştî, azadî û wekheviyê ye.” 
 
‘DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE’
 
Hevserokên DBP’ê û DEM Partî yên Şirnex û navçeya Hezexê, parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û hevşeredarê Hezexê Dogan Adilbelî derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre jî Hevşeredara Bajarê Mezin a Merdînê Devrîm Demîr axivî û got: “Agirê Kawayê Hesînkar vêxistiyê îro bi hêviyeke mezin geş dibe. Îro hemû cîhan qala têkoşîna Kurdan dike. Bangeke sedsalê û hebûn û tunebûna Kurdan diyar dike hat kirin. Em piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan dikin. Ev bang ji bo hemû gel û baweriyan e. Lê divê êdî bombe li ser gelê Kurd neyên barandin. Em bang li rêyedarên dewletê jî dikin ku gav biavêjin. Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye.” 
 
‘EM QETILKIRINÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Aysegul Dogan jî di pîrozbahiyê de axivî û got: “Newroza Serok Apo jî pîroz be. Newroz ji bo me Kurdan ne tenê roja cejnekê ye. Newroz ji bo me Kurdan xwe nûkirin û çareserî, aştî û jiyaneke nû ye. Gelê Kurd ji aliyekî ve kêfxweş e û ji aliyê din ve jî xemgîn e. Îro jî rojeke wisa ye. Duh bîranîna komkujiya Helebceyê bû. Îro xeberek ji Kobanê hat. Kurd hemû ji bo Kobanê xemgîn in. Ji ber ku li wir malbatek hatiye bombebarankirin û qetilkirin. Em qebûl nakin ku Kurd bên kuştin. Em desteserkirina vîna gelan qebûl nakin. Em dibêjin dev jî înkarê berdin ku bila raperîn nebe. Peyama me zelal e. Di destekî me de gul û di destekî me de bombe nîn e. Her du destên me jî ji bo aştiyê vekirî ne. Kesên bi Kurdan re aştiye pêk bînin bila êdî Kurdan nekujin. Em qebûl nakin. Em ji kuştin û bomberankirinê re dibêjin êdî bes e. Rêya ku ji aliyê rêzdar Ocalan ve hatiye vêkirin ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn e. Bila bizanibin ew nexşere ne tenê ji bo gelê Kurd e, temînata hebûna hemû gelan e. Divê hemû kes piştgiriyê bidin banga rêzdar Ocalan. Divê di serî de deriyê Girava Îmraliyê bên vekirin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê aştî û wekheviyê bîne ser vê erdnîgariyê.”
 
‘BI SAYA BERXWEDANA BOTANÊ EM ÎRO LI VIR NEWROZÊ PÎROZ DIKIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di pîrozbahiyê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, Newroza gel pîroz kir û got: “Agirê Newrozê herî zêde li Botanê geş bû. Botan bû navnîşana berxwedana Newrozê. Di encama vê berxwedanê de em dikarin îro li vê qadan Newrozê pîroz bikin. Mazlum Dogan di zindanê de li dijî tunehesibandina gelê Kurd xwe kir Newroz. Ew agir bi berxwedanê wî geş dibe û belavî tevahiya Kurdistanê bû.”
 
‘DIVÊ FAÎLÊN KOMKUJIYA LI KOBANÊ HESABÊ BIDIN’ 
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê ku 7 jê zarok 9 kes bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Beramberî vê banga dîrokî ev bombebaran nayê qebûlkirin. Divê rêyedarên dewletê derbikevin û daxuyanî bidin. Bi milyonan Kurdan piştgiriya banga rêzdar Ocalan kirin. Lê hûn radibin komkujiyan dikin. Divê faîlên komkujiya Kobanê derkevin holê. Gelê Kurd li Kobanê di bin xeterê de ye. Desthilat tenê li gelê Kurd binêre wê bizanibe ku çi bike. Em bi êrişan neqediyan. Berê me li banga Abdullah Ocalan e. Em dibêjin hemû gelên Tirkiyeyê divê berê xwe bidin vê bangê. An em ê wekhev bijîn û an jî ev înkar wê berdewam bike. Înkar û pişaftin êdî li Kurdistanê ne bê wate ye. Gelê Kurd dibêje ez ê li welatê xwe azad bijîm. Banga rêzdar Ocalan li dijî înkarê ji bo hemû kesan azadî û wekhevî ye. Divê birêz Ocalan êdî ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
 
AZADIYA ABDULLAH OCALAN
 
Hezex cihekî girîng e. Di salên 1990’î de yek ji cihê ku herî zêde kuştinên kiryarnediyar lê qewimîn e. Em careke din malbata ku li Kobanê jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bibîr tînin. Divê birêz Abdullah Ev Newroz bila bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan û aştiyê.”
 
Bi axaftinê re girseyê bi yekdengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin. Herî dawî jî stranbêj Mizgîn Turan derket ser dikê û stran gotin. Pîrozbahiya Newrozê li ber stran û gerandina govendê bi dawî bû.
 

Sernavên din

21/03/2025
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin