Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet

img

RIHA - Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi peymana bi hikûmeta demkî re îmzekirin re dê Rêveberiya Xweser bibe xwedî statuyeke taybet û statuya xwe ya biryardayinê winda nake.  

Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed eş-Şara de peymaneke ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Peymanê, hem li Sûriyeyê hem jî di qada navneteweyî de deng veda. Peymana ku hem ji hêla neyînî hem jî ji hêla erênî ve hate rexnekirin; ji hêla siyasî, dîplomatîk, leşkerî, rêxistinî, civakî û rêveberiyê ve ji bo pêşeroja Sûriyeyê parametreyeke girîng e. 
 
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku peyman piştî 2 civîn û pêwendiyên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê re hatiye mohrkirin. Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi peymanê re dê destkeftiyên gelê Kurd ên bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an bên parastin û di rojên pêş de jî komîteyên taybet û bi Şamê re danûstandinan bike û bi sererastkirinên qanûnî re ev destkeftî dê bên mayindekirin. 
 
Di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed Eş- Şaraa de peymanek hat îmzekirin. Hûn vê peymanê çawa dinirxînin? 
 
Em vê peymanê gelekî girîng dibînin. Ji ber ku ew dergehek ji bo diyalog û gotûbêjan di navbera gelê Sûriyeyê de vedike ku li ser bingeh û mekanîzmaya avakirina sîstemeke siyasî ya nû û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bên meşandin. Eger ev peymana ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û serokê desthilata demkî li Şamê de hatiye îmzekirin, berfireh bibe û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nav xwe de bigire, ev yek dê bibe sedema bidawîhatina serdemeke tarî ya ku Sûriyeyê bi giştî girtiye. Dewsa serdema îşkence, zext û înkarê dê jiyana hevbeş, avakirina pergaleke piralî û civakeke hevgirtî û demokratîk bê avakirin. Ev hevgirtin hêz û yekgirtiyê dide Sûriyeyê.
 
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê bibe xwedî statuyeke taybet û xweseriya xwe ya biryardayînê ya niha winda nake. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hin hêzan ve bi hincetên nijadperestî rastî kampanyayên reşkirina siyasî û gelêrî hatiye lê xitaba nefretê bi vê peymanê re îflas kir, dawî li van kampanyayên reşkirinê anî û rastiya projeya me ya ku armanca wê xurtkirina Sûriyeyê û danîna wê li ser riya rast e, aşkera kir. Her wiha destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyeke girîng a Sûriyeyê ye û bêyî wê çareseriya aştiyane û demokratîk li Sûriyeyê pêk nayê.
 
Hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji etnîsîte û mezhebên cuda dê kar bikin ji bo serxistina vê peymanê û di cîbicîkirina wê de beşdar bibin. Ev yek wê li gorî prensîbên demokratîk û piralî mafên hemû pêkhateyan misoger bike. Serkeftin û cîbicîkirina peymanê dê deriyê destwerdanên derve jî bigire. Sûriyeyî dê bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi hev re rûbirûyê gefan bibin.
 
Hemû kes statuya Rojava mereq dikin. Bi gotineke din em dikarin bêjin ku Şoreşa Rojava bihêztir bûye yan jî Rojava di aliyê herêmî de statuyek bi dest xistiye?
 
Bê guman em ê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine biparêzin û dest ji van destkeftiyan bernedin. Em di wê baweriyê de ne ku ev peyman ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî destkeftiyek e û fedakariya şehîdên me sedema bingehîn a gihiştina vê qonaxê û îmzekirina vê peymanê bû. Gelê Kurd û doza Kurdî li Sûriyeyê xwedî statuyeke taybet e. Di peymanê de bendeke zelal heye ku tê de behsa gelê Kurd weke gelê orjînal di civaka Sûriyeyê de dike û divê mafên wan di destûrê de bên misogerkirin. Gotûbêja van mafan û çawaniya misogerkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dê bibe erka komîteyeke taybet û şandeyeke Kurdî ya taybet, ku ji gelek aliyên siyasî yên Kurdî pêk tê dê biçe Şamê ji bo gotûbêj û danûstandinan bike û bigihêje encamên berçav bi beşdariya hemû sazî û aliyên siyasî yên Kurdî. 
 
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê xwediyê taybetmendiyên xwe be û îradeya xwe ya azad derbixe holê. Lê divê rêbaza rêvebirina herêmê û mekanîzmaya parastina wê, bi saziyên niştimanî yên paralel ên li Şamê re bi riya diyalogê ava bibe, ku taybetmendiyên herêmî yên civakî, çandî û etnîkî berçav bê girtin. Ew jî bi riya meclîsên xwecihî yên demokratîk ên herêman, herwiha Meclisa Gelan a Demokratîk ku nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dê were organîzekirin. Forma dawî ya sîstema îdarî û siyasî wê bi danûstandinên bi Şamê re bi riya komîteyên pispor ku dê bên avakirin, diyar bibe.
 
Di peymanê de xala duyemîn girîng e ku dibêje; “Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyeyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.” Li Sûriyeyê Kurd xwedî ti nasnameyê nebûn, welatî jî nedihatin hesabkirin. Hûn vê madeyê çawa dinirxînin? 
 
 
Em di wê baweriyê de ne ku Kurd dê destkeftî û mafên xwe biparêzin û di çarçoveya vê peymanê de zagonan derxînin da ku li qadan bibe rastî.
 
Gelê Kurd di serdema rejîma Baas de rastî polîtîkayên înkar û qirkirinê hatin. Ne naskirina wan wek gel û ne jî mafên wan ên netewî yên rewa tune bû. Bi dehan salan gelê Kurd li dijî van polîtîkayan li ber xwe daye. Li dijî Kurdan qanûnên nîjadperestî û înkarê hatin derxistin, mînaka vê yekê serjimêriya neheq a ku di sala 1962'yan de çê bû ku zêdetirî sed hezar kurd ji mafê hemwelatiya Sûriyeyê û ji hemû mafên wan ên sivîl bêpar kirin.
 
Dîsa projeya Kembera Erebî ya ku di sala 1974'an de bi armanca guhertina demografiya herêmê hatibû ferzkirin, nêzî 4 hezar malbatên Ereb li ser sînorê Bakur li axa Kurdan hatin bicihkirin. Nêrîna nijadperestî ya li ser Kurdan heta roja me ya îro domand û bi deh hezaran ketin zindanan, kuştin û rastî îşkenceyê hatin. Kurdan li hemberî van kiryaran bi rêbazên cuda li ber xwe da û ji bo parastina hebûna xwe bi gelek awayan têdikoşiyan.
 
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, Kurdan li Sûriyeyê nêzîkatiyeke nû ya têkoşînê pejirand û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiya xweser hate avakirin. Kurdan têkoşîna xwe berdewam kirin û karîn sîstemeke siyasî û îdarî ya yekta û taybet li Sûriyeyê ava bikin. Têkoşîna Kurdan bêguman wê nesekine û wê di çarçoveya vê peymanê de bidome. Em di wê baweriyê de ne ku Kurd dê destkeftî û mafên xwe biparêzin û di çarçoveya vê peymanê de zagonan derxînin da ku li qadan bibe rastî.
 
Gelo xala “Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekitiya wê were destekkirin” tê çi wateyê?
 
Pêşxistina vê peymanê dê bibe alîkar ku hevkariyek rasteqîn di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de di gelek waran de çêbibe, di nav de rûbirûbûna gefên navxweyî û derve yên ku Sûriyeyê û gelê wê dike armanc, wek şerê li dijî terorê, bermahiyên rêjîma Baas a berê û her aliyek ku dixwaze aramî û ewlehiya welat têk bibe, em ê li gel Şamê bin. Ev yek dikare hevkariyeke rasteqîn ava bike ku xizmeta berjewendiyên parastina Sûriyeyê dike.
 
Dema ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe hest bi wê yekê bike ku ev hikûmeta Şamê nûneratiya wan dike û dengê xwe di nava vê hikûmetê de bi riya nûneratiyê û parastina mafên xwe di destûra nû de heye, ev yek dê rehetiyê ji her kesî re çêbike û her kesî bike ku bergiriyê li vê hikûmetê bike û ewlekarî û aramiya welat dabîn bike ku maf û rûmeta wan di sîstemeke demokratîk de diparêze.
 
Ev peyman piştî bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî hat. Di navbera bangawazî û peymanê de eleqeyeke çawa heye?
 
 
Peyama Rêberê Gelê Kurd ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şand, çareseriya demokratîk di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî û piralî de nirxand.
 
Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve me nêzîkatiyeke stratejîk li ser bingeha teşwîqkirina diyaloga nav Sûrî-Sûrî û danûstandina bi hemû aliyan re, di nav de desthilatdarên Şamê, meşand û heta niha ev stratejiya me ye. Li gorî vê yekê, piştî rûxandina Esed, me têkilî û danûstandina bi Şamê re qut nekir. Du civîn û çend şêwir li wir pêk hatin û bi gihandina vê peymanê bi hikûmeta demkî ya Şamê re bi dawî bû. Çend xalên giştî hatin bidestxistin û wê hûrgiliyên wê bêne diyarkirin û bi rêya komîteyên taybet bo danûstandina ligel hikûmeta Şamê werin gotûbêjkirin.
 
Înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê jî deng veda. Ger Tirkiye bi erênî bersivê bide înîsiyatîfê, ev yek dê bibe alîkar ku li herêmê bi giştî aramî û ewlekarî pêş bikeve. Dê rê li ber çareserkirina piraniya doz û arîşeyên hilawîstî veke. Bêguman wê bandoreke erênî li ser Sûriyeyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Li vir em li ser siyaseta Tirkiyê ya li hember Kurdan tekez bikin ku eger Tirkiye bi erênî bersiva înîsiyatîfê bide, dê ev siyaseta Tirkiyê biguhere. Ev bersiv dê deriyê çareseriya demokratîk veke û aştî û jiyana hevbeş li Tirkiye û herêmê belav bike.
 
Peyama Rêberê Gelê Kurd ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şand, çareseriya demokratîk di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî û piralî de nirxand. Ev pêşniyar ji bo me bû teşwîqeke erênî ji bo ku em bibin aliyek bi bandor di çareseriya aloziya Sûriyeyê de. Bi vî awayî em bigihin vê peymanê ku dê pêşeroja welat û mafên hemû pêkhateyan garantî bike.
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

18/03/2025
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin