NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kesên ku bi pêşengiya Bereya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê û KNK’ê çûn Binarê Qendîl, operasyonên Tirkiye şermezar kirin û peyamên têkoşînê dan.
Bi armanca şermezarkirina operasyonên Tirkiye yên li dijî Qendîlê, ji Xaneqîn heya Dihokê bi pêşengiya KNK’ê û Bereya Nîştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê bi sedan kesan berê xwe dan Qendîlê. Ji bajarên Silêmanî, Helepçe, Kerkuk, Hewlêr, Duhok, herêmên Raperîn, Germiyan bi sedan kesên ku di nava wan rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî, bawermend jî hene, serê sibehê ketin ser riya Qendîlê. Karwanê çalakvanan di saetên nîvro de gihîşt Binarê Qendîl û çû serdana çadira Mertalên Zindî ku ji 8’ê Hezîranê ve hatiye vedan. Girseya gel li vir piştî ku ji aliyê Mertalên Zindî ve hat pêşwazîkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya ku nûnerên rêxistinan di axivin û êrîşan şermezar dikin, berdewam dike.