SEMSÛR – Li Semsûrê, bi endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê re 5 kes hatin biçavkirin.
Li bajaroka Bulam a navçeya Çelîkan a Semsûrê, cendirmeyan serê sibê bi ser alan de girtin û endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê jî dinavê de 5 kes binçav kirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Sabrî Sel, Alî Calgan, Mahmut Albayrak, Zeynel Yildiz û Alî Dagdevîren.
5 HDP’iyên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çelîkhanê.