ÊLIH – Rêxistina HDP’ê ya Êlihê dê di 20'ê Hezîranê de mîtinga mezin pêk bîne. Li bendê ye ku bi deh hezaran kes beşdar bibin. Welatiyan diyar kirin ku ew dê dîsa nîşan bidin ku AKP dê têk biçe.
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi rojan e amadekariy mîtînga mezin a di 20'ê Hezîranê de li Êlihê pêk bînin dikin. Di mîtînga 20'ê Hezîranê de dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û namzetên HDP'ê beşdar bibin. Mîtîng dê li Statyuma Bajar a 16 Mayısê pêk bê. Koma Çarnewa û Şîlan Dora jî dê konser bide. Miting dê saet di 16.00'an de dest pe bike. Li bendê ye ku nêzî sed hezar kes beşdar bibin.
'EM DÊ QADÊ TIJE BIKIN'
Rêveberê HDP'ê yê Bajar Îkram Îrgî, diyar kir ku ji bo mîtîngê amadekarî temam kirine û bi taybetî dê ji taxên Cudî, Petrol û Petrolkentê tevlêbûnek mezin pêk bînin. Îrgî, da zanîn ku ew dê qada mîtîngê tijî bikin û di 24'ê Hezîranê de govenda azadiyê bigerîn.
Îrgî, Îrgî da zanîn ku ew dê carek din nişan bidin ku dê îktîdar winda bike û xwest ji 7 salî heta 70 salî tev li mîtîngê bibin.
'HDP DÊ DI 20'Ê HEZÎRANÊ DE SERKEFTINÊ ÎLAN BIKE'
Welatî Sebiha Ekincî jî diyar kir ku ew dê di 20'ê hezîranê de de ilan bikin ku carek din dê HDP bi ser bikeve û AKP winda bike. Ekîncî, a zanîn ku dê jin di 20'ê Hezîranê de nîşan bidin ku de HDP di 24'ê Hezîranê de bi ser bikeve.
VÎ BAJARÎ ÇONG NETEWAND Û DÊ NETEWÎNE
Welatiyê taxa Petrolê Mehmet Irmakli jî diyar kir ku wî bajarî di salên 1990'an de çand netewand û dê niha jî çong netewîne û wiha got: "Me di salên 90'an de îşkence dît. Kolan qedexe kirin. Cînayetên faîl nediyar pêk hatin. Lê dîsa serî û çong netewand. Ev bajar dê dîsa serî û çong netewîne. Gelê Êlihê li ser piyan e û dê têkoşîna xwe berdewam bike. Serkeftina HDP'ê dê bibe serekftina Tirkiyeyê.
'GELÊ KURT TEV GIRTÎ YE'
Welatî Şerîf Taş jî xwest gelê kurd rastiyan bibîne û li gorî wê biçe ser sindoqan û wiha got: “Tu fêdeya AKP’ê ji kurdan re tune. AKP'ê tenê mirinê li kurdan rewa dibîne. Em hem di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş û di 20'ê Hezîranê de ji dê biçin tev li mîtîngê bibin.
Welatî Ercan Yasak jî anî ziman ku îro gelê kurd tev hatiye girtin û li mala xwe warê xwe û kargeriyên xwe dîlgirtî ye û xwest hemû gelê kurd çavê xwe veke û êdî dengê xwe bidnin xwe.
MA / Metin Yoksu