RIHA – Mehmet Şenyaşar ê ku bavê wî, du birayên wî hatin kuştin û birayekî wî hat girtin li nexweşxaneyek Dîlokê ku derman dibû çawa ji nexweşxaneyê derket polîsan ew binçav kir. Şenyaşar birin Edliyeya Rihayê.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê alîgirên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekan êrîşî malbata Şenyaşar kirbûn. Di êrîşê de Esvet Şenyaşar û du kurê wî kuştibûn. Kurê Şenyaşar Fadil Şenyaşar duh li Rihayê hatibû girtin. Kurê Şenyaşar ê din Mehmet Şenyaşar ê ku li nexweşxaneyek Dîlokê derman dibû çawa ji nexweşxaneyê derket, li ser fermana dozgeriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Mehmet Şenyaşar birin Edliyeya Rihayê û hat zanîn ku wê îfadeyên wî bên girtin.
REWŞA BIRAYÊ DIN JÎ GIRAN E
Ferdê malbatê Ferît Şenyaşar jî li nexweşxaneyek Dîlokê derman dibe. Hat zanîn ku xetereya jiyanî ya Ferît Şenyaşar didome û ji serê wî û pişika wî xwîn tê. Polîs li ber deriyê odeya dermankirina Şenyaşar sekinîne û nahêlin kes biçe Şenyaşar ziyaret bike.