NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Parlamenteriya AKP’ê yê Rihayê Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu, di nivîsa destpêkê înkar kir û dûre got ku “ji bo dostên xwe agahdar bike” nivîsandiye de, parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û malbata wî sûcdar kir.
Namzetê Parlamenteriya AKP’ê yê Rihayê Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu, Namzetê Parlamenteriya AKP’ê yê Rihayê îbrahîm Halîl Yildiz û malbata wî berpirsên êrîşa Pirsûsê ya di 14’ê Hezîranê de pêk hat dît û daxuyaniyên Serokkomar Recep Tayyîp Edogan û Wezareta Karê Hûndir Suleyman Soylu derewandin.
‘BÛYERA PIRSÛSÊ, ROBOSKIYEK NÛYE’
Li gorî nûçeya di Hicrethaber.com de derketî, Şeyhanlioglu êrîşê weke “Ev bûyer, Roboskiyek nû ye” nirxînd û got malbata Şenyaşar ne PKK’î ne. Piştî beşek mezin a nivîsa Şeyhanlioglu li ser çapemeniyê cih girt û şûn de Şeyhanlioglu, li ser hesabê medaya civakî nivîs dinivîse û got 'Ev nivîs ne aîdê mine." Lê piştî vê înkarê, 7 saet şûn de, Şeyhanlioglu got ev nivîs aîdê wî ye û ji bo çend dostên xwe agahdar bike li ser Whatsappê şandiye. Şeyhanlioglu, ji bo rapora HDP’ê ya Pirsûsê ji peyama “Înşallah ev rapor ne rast be” parve kir.
Nivîsa Şeyhanlioglu ya ji bo êrîşa Prisûsê nivîsandî wiha ye:
“Bûyera Pirsûsê, Roboskiyek nû ye. Namzetê AKP’ê beriya 3 rojan, diçe serdana dikana amûrên erzan a bi 1 TL’an difiroşe. Xwediyê dikanê ji wan re dibêje ew HDP’î ye û êdî bi siyasetê re eleqedar nabe. Dibêje carek din neyên ba me. Di roja bûyerê de nêzî 50 kes tên dikanê û nîqaş derdikeve. Birayê Yildiz ê bi selefxuriyê nav û deng çêran li xwediyê dikanê re dike. Mêrik jî dibêje jin di dikanê hene û biçin. Di wê kêliyê de nîqaş vediguhere êrîşa çekdarî û birayên Yildiz guleyan direşîn in. Zilam û kurê xwe birîndar dibin. Xwediyê dikanê dema ku vî tiştî dibîne, bi tivingê tê birayê Yildiz ê selefxur dikuje.
Xizm û parêzvanên Yildiz li nexweşxaneyê mêrikê birîndar û kurê wî bi tupêa oksîjenê dikujin. Parêzvanên Yildiz kamerayên nexweşxaneyê dişkîn in. Zilamên Yildiz polîs jî dinavê de hemû kesan derdixin derve, bav û du birayên hev bi awayekê hovane înfaz dikin.”
Her 3 jî rojîbûn û zêmarên hevjîna xwediyê dikanê yê xizan ev yek bi min da nivîsandin.
Teqez zilam ne PKK’î bûn.
Bûyer piştî heqaretên Yildiz ê wekî selefxuriyê tê zanîn dest pê dike.
Dewletê erka xwe ne anî cih.
Agahiyên şaş ji bo Serokkomar hatin dayîn.
Ev bûyer Roboskiyeke duyemîne û bûyerek kompasê ye .
Gava pîlot bi şaş êrîşî hedefan dikin, dibêjin “Em gû kir”…
Pîsîtiya zilamên selefxur paqij kirin li AK Partî nayê û divê teqez sûcdar bên cezakirin.
Divê bûyer berî hilbijartinê bê ronî kirin û ji raya giştî re bê parve kirin.
Ev bûyer dê li Rihayê dengan winda bike û rê li ser xeteriyek cîdî veke.
Enxec zilmekê dikarin îlan bikim…”