AMED - Şaredariya Lîcê ku Qeyûm tayînê wê hatiye kirin, Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahîn Oner xera kir û li şûna wê bazara semtê ava kir.
Şaredariya Lîcê ku Qeyûm tayînê wê hatiye kirin, Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahîn Oner ku di dema Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk de hatibû avakirin, xera kir û li şûna wê bazara semtê ava kir.
Şaredariya DBP'ê li ser navê Şahîn Oner ê 19 salî ku polîsan di sibata 2013'an de Navçeya Navendî ya Yenîşehîr a Amedê bi maşîna zirxî birindar kir û li Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê jiyana xwe ji dest da Navenda Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ava kiribû. Piştî qeyûm hat tayînkirin mala çand û perwerdehiyê girt û herî dawî xera kirin. Qeyûmê piştî xera kir kirin Bazara Semtê.
Piştî OHAL hat îlankirin Hal qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin, gelek malên perwerdehî û çandê yên Şaredariyên DBP'ê ava kiribûn girtin.