STENBOL – Mîtînga ku HDP'ê li Bakirkoy a Stenbolê pêk anî bi sed hezaran kes beşdar bû. Di mitîngê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de her dem firsendên dîrokî ava nabin. Ji sed salan carekê firsendek çê dibe. 24'ê Hezîranê roja ku derî li firsenda dîrokî vebe ye. Dê bibe roja firsenda dîrokî."
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê hezîranê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîng bi axaftinan didome. Di mîtînê de bi sed hezaran kesên amade bûn peyama serkeftina 24'ê Heziranê dan. Ewil axaftina vekirinê Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr kir. Demîr, ewil gel slav kir û wiha got: 15-16'ê Hezîranê roja salvegera Berxwedana Karkeran e. Hemû reng û kesên bindest îro li Bakirkoyê kom bûne. Em dê bi hevre bi biryarî vê îktîdarê di sindoqê de veşêrin."
‘BENDA LI PÊŞ HDP’Ê PIRSGIRÊKA TEVAN E
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, diyar kir ku pir girîng e ku HDP bendê derbas bike û benda li pêş HDP'ê li pêş hemû gelê Tirkiye ye û pirsgirêka tevahiya gelê Tirkiye ye. Namzeta HDP'ê Dilşad Canbaz ji axivî û got:"Em gihiştin nêzî dawiya îşkence û xwîn rijandina 16 salan. Em dê di 24'ê Hezîranê de bi navê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Kurdistan bersîvê bidin. Em dê teqez bi ser bikevin. Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Saruhan Oluç jî diyar kir ku 24'ê Hezîranê dê bibe diyarkirina pêşeroja Tirkiye û bibe destpêka hesabpirsîna koalîsyona AKP-MHP'ê."
Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şık jî diyar kir ku dê di 24'ê Hezîranê de bijartina xwe bikin û dawî li vê zilmê bînin. Şik, anî ziman ku êdî dem hatiye ku bêjin TEMAM.
Namzeta HDP'ê Oya Ersoy jî diyar kir ku kengî îktîdarê ew koltix winda kirin dê gelê Tirkiye karibe bêhnê bi hêsanî bistîne û ji mirinê rizgar bibe. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya Namzetê Stenbolê Musa Piroglu Erkan Baş Erol Katırcioglu jî gel slav kirin û axaftin kirin.
‘24'Ê HEZÎRANÊ ROJA FIRSENDA DÎROKÎ YE'
Di mitîngê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de her dem firsendên dîrokî ava nabin. Ji sed salan carekê firsendek çê dibe. 24'ê Hezîranê roja ku derî li firsenda dîrokî vebe ye. Dê bibe roja firsenda dîrokî. Hemû gelê Tirkiye vê hewa û kelecana nûbûn û guhertinê hîs dike. Di dirka mirovahiyê de her dem firsendên wisa nakevin dest. Ji sed salan carekê bi dest dikeve. Ev roja jî 24'ê Hezîranê ye. Divê em baş li vê firsenda dirokî xwedî derevin û bernedin. Divê em dawî li polîtîkayên zilmê bînin. Xwestin kurd û tirkan bikin dijminê hev. Lê îro kurd û tirk dibînin ku qîmeta aştî û azadiyê û biratiyê çiqas girîng e.
BULDAN: EM LI VIR ÎLAN DIKIN ÎKTÎDARÊ JI NIHA DE WINDA KIR
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî gel silav kir û wiha got: "16 salin bi xwe dibêjin 'Me ev welat baş bi rêve nebir'. Lê di 3 salên dawî de bi KHK'ê hemû kes mexdûr birin. Bi sedan akademîsyen, mirovên aştiyê, akademîsyen, mirovên aştiyê avêtin zindanê. Li vî welatî siyasetmedar, wekîl, şaredar ji kar girtin û avêtin zindanê. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Bi taybetî qeyûmên tayîn bûn tenê heqaret li gel kirin. Em soz didin we, di serî de em dê Qeyûman û piştre Tayyip Erdogan di sindoqan de defin bikin. Xwesî li şûna pira sêyemîn û balafirgeha sêyemîn pira di navbera dilan de avakiribûya. Mirov nekiribûna dijminên hev. Ermenî, kurd û tirk kiribûna dostên hev. Hêvî, aştî, demokasî û çiqas nirxên mirovahiyê tev binpê kirin. Ez li vir îlan dikim we îktidarê hilbijartin winda kiriye. Ka li 5 salên pêş me binerin. Binerin HDP û Brêz Demirtaş vî welatî çawa bi rêv edibe.
ME TIFAQA JINÊ AVA KIR TIFAQA JINÊ DÊ ÎKTÎDARÊ DI SINDOQÊ DE DEFIN BIKE
Her roj bi xofa Demîrtaş dijîn. Ji bo vê yekê serî li hemû lîstikan didin. Ji ber vê yekê duh li Pirsûsê komkujî kirin. Serî li hemû derewan didin. Raste li şûna bersûvan bigirin mexdûran binçav dikin. Em li vir bang li dozger û dadgerên bi wîcdan dikin. Em pêşiya vê dozê bernadin. Em dibêjin hûn jî li gorî edaletê tev bigerin. Em 5'ê Hezîranê, Pirsûsê dizanin. Em dizanin ev lîstik in. Em naxwazin ev bûyera Pirsûsê jî ser wê bê girtin. Divê ser wê bê ranîkirin. Ew wisa difikirin ku bi van bûyerên wekî Pirsûsê dê kes neyê cem me. Lê em îro li vir dibînin gelê Stenbolê li cem me ye. Ez li vir bang li elewî suryanî, cerkez, ermenî û hemû beşên civakê em bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî berdewam bikin. Jinên rêzdar ku bedelên mezin û êşên mezin kişandin. Tifaqa me ava kir tifaqa jinan gurme gurme tê. Tê di sindoqan re bipişiqin. Bila hebûna me diyarî pêşeroja aştî û aramiya vî welatî ye. Bijî biratiya gelan. Bijî welatê hevpar û jiyana hevpar. Em dê welatê ku Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Alî Îsmaîl Korkmaz û kesên din ên jiyana xwe ji dest dane bikin welatê ku êdrî kes lê neyê kuştin. Em li sindoqan xwedî derkevin. Em ji we bawerin û em bi we bawerin. Em destûr nedin dengekî me bê dizîn. Em bi hevre pêşeroja xwe azadiya xwe ava bikin. Dîroka 24'ê hezîranê em dê bi hevre govendê bigerinîn û li horonan bidin. Em dê bi hevre tilîliyan bidin.