STENBOL – Bi sed hezaran kes di mitînga HDP’ê ya Stenbolê de kom bû. Ji heft salî heta heftê salî her kesî di mitîngê de cihê xwe girt. Mîtîng bi coşek mezin didome.
Di mitînga mezin a Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi sed hezaran li Bazara Gel a Bakirkoyê kom bûn. Cihê sed hezaran kes li qadê nema. Dawiya mitîngê gihîştiye riya E5’an Herikîna qadê didome. Komek ciwan bi pankarta “Wê bi yê ku ketil twît, di whatsapê de gotin û bi telefonê mitîng li dar dixe biguherîne” ketin qadê.
Ji rawestgehên Metrobusê bi deh hezaran kes diherike qadê û herîkîn bi dawî nabe. Dirûşmeyên “HDP hêvî ye û hêvî li ser piya ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Maf, hiqûq û edalet wê bi HDP’ê were” bê navber tên berzkirin. Ji platformê bênavber anonsa hev ne eciqînin tê berzkirin. Zarok, jin, ciwan, kal û pîr ên herikîn qadê di têketinên qadê de heşir û maşerê rakirin. Ji hemû navçeyên Stenbolê gel dihireke.
‘DARA DEMORKATÎK A GELAN’ LI QADÊ YE
SODAP bi pankarta “Ji pergala tifaqa bêhnê dide re deng tune ne. Ji bo muxalefeta rastî deng ji HDP û Demîrtaş re” û bi slogana “Ji kurdan re azadî û ji Rojhilata Navîn re aştî” ketin qadê. Herikîna çepgir û muxalîfan a ber bi qadê ve didome. Welatiyên li girê miqabilî qadê rawestiyabûn bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Welatî derketin ser dar û dîrekên li qadê. Welatiyên derketin ser dikê balkêş bû ku gotin: “Em bi Dara Demokratîk a Gelan hatin.”
GIRSEYÎ DIHERIKIN QADÊ
Sazî û dezgehên mîna SYKP, KALDIRAÇ, HALKEVLERÎ, EHP, Bîr Adım Daha, KOZ, SKM, SODAP, TJA, DBP, TOP, HDK, TÎP, ESP, Dîren Universîtesî û SGDF’ê gelek komên din bi girseyî dikevin qadê. Balkêş e ku welatî bi gotinên “Em te nakin serok. Wek din riya wê tune ye” dikevin qadê. Hin zarok û welatî jî bi cilên xwe yên gelerî çûn qada mitîngê.
POLÎS: EZ QURBANA XWEDAYÊ TE
Dema HDP’î diketin qadê jinekê tiliyên xwe yên gûr rakir û xwest prvokasyonê derbixe. Polîsan jî wê jinê destek kir û balkêş bû ku polîsan got “Em qurbana xwedayê te ne.”
HERÎ KÊM 11 KES BINÇAV KIRIN
Di têketina qadê de polîsan dest danî ser flama û fularên kesk, sor û zer û herî kêm 11 kes binçav kir. Heta niha yên hatin binçavkirin wiha ne: Bahar Alpsoy, Rîskat Karataş, Serhat Dogan, Yasîn Aksoy, Nazîme Dîlaytepe, Rusqet Tektaş, Gûlîstan Altin, Emrah Ekmekçî, Halîme Kaya, Ramazan Adiyaman, Menîce Oktay.
LI DIJÎ ERDOGAN Û AKP’Ê BERTEK
Li qadê bê navbe dirûşmeyên “Serok Selo” tê berzkirin û gel bi gotina “Qatil Erdogan” bertekên xwe li dijî AKP’ê anîn ziman.
Li qadê gel eleqeyek mezin nîşanî tîşortên ku nameya Demîrtaş li ser e dide. Li pêşiya girseyê dovîzek mezin a “Bi te diguhere û Tu dikarî” hat vekirin.
Kelecana mitîngê her ku diçe zêde dibe û li gel sirûda “Çerxa Şoreşê” rêz girt û slogana “Şehîd namirin” berz kirin.
Mitîng bi axaftina siyasetmedar û strîna hunermendan didome.