EFRÎN – Çavkaniyên heremî diyar kirin ku komên çekdar ên girêdayî OSO û TSK'ê ji navçeya Marê hawanan êrîşê Til Rifat kirin û 2 Efrînî yên sivîl birîndar kirin.
Êriş, talankirin û wêrankirina komên çekdar ên ketine Efrînê li Efrînê û navçeyên wê berdewam dike. Komên çekdar ên her roj dizî, talanî û îşkenceyê dikin welatiyan direvînin û êrîşan pêk tînin. Şeniyên dawî jî duh bi şewitandina zevî, bax û baxçeyên Efrîniyan, dikeve rojevê. Li gor agahiyên ji heremê ji me re ragihandin, komên çekdar ku li navçeya Marê bi cih bûne, di seatên nîvro de hewanan êrîşê navçeya Til Rifat kirin. Hewanên ku xanî kirin hedef welatî Mihemed Xilo, Rêber Mihemed Xilo ku ji Efrînê koçberê wir kiribûn, birîndar bûn. Her du birîndarên ku ji ser û lingên xwe birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li gundê Fafî ya Şehbayê.
Hat gotin ku dermankirina her du birîndaran li nexweşxanê didome. Hat diyarkirin ku du roj berê dîsa komên çekdar ji heman cihî Til Rifat bombebaran kiribûn û zirara madî çêbibû.