RIHA - Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî ji aliyê zilamên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin ew jî birîndar bûbû, dema ji nexweşxaneyê derket, hat binçavkirin û piştre hat girtin.
Wekilê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên xwe di 14'ê Hezîranêde bi ser dikana esnaf Şenyaşar de girtin û gule li bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adîl, Celal û Fadil Şenyaşar barandar bûn. Dema bav Esvet û kur Adil û Celal rakirin nexweşxaneyê, zilanên Wekîlê AKP'ê bav û 2 kur li nexweşxaneyê kuştin. Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin kuştin piştî dermankirina wî qediya û ji nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê derket, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Fadil Şenyaşar, dema sewqî edliya Rihayê kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.