ÎDIR – Midûrê Dibistanek Îdirê peyam ji hemû malbatên xwendekaran re şand û xwest tev li civîna wekîlê AKP'ê Ahmet Tutulmaz bibin. Berê wekîlê AKP'ê gef li welatiyan xwaribû.
Namzetê Parlamenteriyê yê AKP'ê yê Îdirê Ahmet Tutulmaz berê ji ber gef xwaribûbûn bûbû rojev. Beriya ku Tutulmaz li taxa Konakli yê Navçeya Navendîya Îdirê civînê pêk bîne, Midûrê Dibistana Seretayî yê Şehit Oğretmen Şevki Akgun, Erkan Çigdem, ji hemû weliyên xwendekaran re SMS şand. Midûrê Dibistane Çigdem di SMS’êde wiha got: “Îro saet di 18.00’an de Namzetê me yê Parlamenteriyê Ahmet Tutulmaz li taxa Konakli li pêş Mizgefta Nurê civînê pêk tîne. Em li benda we ne ku hûn tev li civînê bibin."
TUTULMAZ BERÊ GEF XWARIBÛ
Namzetê AKP’ê Ahmet Tutulmaz, di mîtînga AKP'ê ya li Îdirê de gaf li welatiyan xwaribû û gotibû: "Em hin kesan baş dişopinin."