ŞIRNEX - Qeymeqamê Qilebanê Mehmet Fatîh Yakinoglu, cerdevanên herêmê kom kirin û gefa "Di hilbijartina 24'ê Hezîranêde dengê xwe nedin HDP’ê" li wan xwar.
Piştî waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş li gel rayedarên leşkerî û dewletê li gundan geriyan û ji gundiyan xwest ku di hilbijartina 24'ê Heziranê de dengê xwe bidin AKP'ê, vê carê Qeymeqamê Qilebanê Mehmet Fatih Yakinoglu ji bi cerdevanên gundên herêmê re civîn pêk anî. Qeymeqamê Qilebanê Yakinoglu, li gel Serokê AKP'ê yê Qilebanê Fikret Demir cerdevanên gundan kom kir û bi wan re civîn pêk anîn. Yakinoglu di civînê de ji cerdevanan xwest ku dengê xwe nedin HDP'ê. Hat diyar kirin ku Qeymeqam Yakinoglu gefa “Deng nedin HDP’ê" û gef xwariye. Qeymeqam ji cerdevanan xwestiye ku piştî denê xwe avêtin wêneyên pusula bikişînin û wêne nîşanî wan bidin.