STENBOL - Kesên nasnameya wan ne diyar li Buyukada ya Stenbolê êrîşî kesên stanta HDP'ê vekiribûn kir û Sedat Şahîn ê HDP'ê 4 caran kêr kirin û Vedat Demîr jî bi giranî birîndar kirin. Polîsan piştî bûyerê Şahîn ê HDP'î ku hat kêrkirin binçav kirin.
Li navçeya Buyukada ya Stenbolê kesên nasnameya wan nediyar êrîşî kesên standa HDP'ê vekiribûn kirin. Kesên ku êrîşî stantê kirin, amûrên li ser stantê belavkirin û hewl dan alên HDP'ê bişewitînin. Endamên HDP'ê Sedat Şahîn û Vedat Demir ên ku li dijî êrîşan bertekên xwe anîn ziman rastî êrîşê hatin û hatin kêrkirin. Kesên êrîş kirin nasnameya wan nehat zanîn. Kesên şahid diyar kirin ku kesên êrişî HDP'îyan kirin li gravê najîn û ji derve hatine. Esnaf Sedat Şahîn ê HDP'î ji çar aliyên xwe hat kêrkirin. Vedat Demîr jî bi giranî birîndar bû. Şahîn piştî rastî êrîşê hat polisan ew binçav kir. Demîr jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartalê
POLÎSAN: EM DÊ PIŞTÎ 24'Ê HEZÎRÊ WE BIBÎNNIN
Hevalê HDP’iyên ku birîndar bûn, Taylan Kulaçoglu, tekildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê twitterê agahî parve kirin û wiha got: “Ez niha ji Qereqola polîsan a Buyukada têm. Koma AKP'iyan stanta hevalên me yên HDP'î belav kirin û ew kêr kirin. Hevalê me yê esnaf Sedat Şahin 4 caran kêr kirin. Hevalekî me bi giranî birîndar kirin. Gotin ‘Bibinin kî di nava xwînê de dimine. Destûr nedin çavên xwe vekin.'
Tevî ku hevalê me ji çar aliyan bi kêrê birîndar kirin jî destê wî li pişt wî kelepçe kirin û birin qereqolê. Nêzî 30 deqîqeyî li benda ambulansê rawestiya. Erdogan got ‘Divê HDP bendê derbas neke. Li taxan têxin bin markajê' Divê êdî ev gotina Erdogan bê famkirin. Kesên hatin ji dervê gravê hatibûn kesên profesyonel bûn. Tu qeydên kamera tune ye. Piştî bûyer pêk hat girseli cihê bûyerê kom bû. Polîsên Midûriyetê ji girseya li Buyukada kom bûn, gef xwar û got: ‘Hûn dê tev piştî 24'ê Hezîranê bibînin."