STENBOL – Rûniştina ewil a doza jê 3 girtî ya 6 rojnamegeran dê di 24’ê cotmehê de bê dîtin û ji bo doza rojnamegeran li ser tora civakî kampanya hat destpêkirin.
Bi boneya e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ji aliyê RedHack’ê ve hatibûn belavkirin û nûçeyên wan hatibûn çêkirin 6 rojnamger tên darizandin. Rûniştina ewil a doza 3 jê girtî 6 rojnamegeran dê di 24’ê cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 29’êmîn a Stenbolê bê dîtin. Beriya rûniştina doza rojnamegeran li ser tora civakî kampanya hat destpêkirin. Kampanya dê bi sernavê “#24EkimSosyalMedyaDavası” bê meşandin û bi wêneyên rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanat ên girtî azadî ji wan rê bê daxwazkirin.
Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA Metîn Yoksu, edîtorê berê yê Dîken Tunca Ogreten, xebatkarê rojnameya BîrGun’ê Mahîr Kanaat, Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Erya Sargin û Berpirsa Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan di 25’ê kanûna 2016’an de hatibûn binçavkirin. 6 rojnameger piştî 24 rojan di 17’ê çile de derxistibûn edliyê. Çelîk, Ogreten û Kanaat hatibûn girtin û 3 rojnamegerên din hatibûn berdan.
Demek şûn ve di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihanê rojnameya Die Welt ê Tirkiyê Denîz Yucel jî hatibû girtin. Rojnmaeya Die Welt li Elmanya weşana xwe dike.
Îdianemeya rojnamegeran piştî bi mehan di meha tîrmehê de hatibû amadekirin. Dosya Yucel jê veqetandin. Rojnameger bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” û “Propgandaya rêxistinê kirine” tên darizandin.