AMED - Endam û rêveberên Baroya Amedê, ÎHD û DTSO bi armanca bûyera li Pirsûsê pêk hat lêkolên bikin xwestin biçin Pirsûsê. Lê polisên Amedê destûr nedan ku heyet derkevin dervê bajar.
Heyeta ku ji endam û rêveberên Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û gelek rêxistinên sivîl pêk dihat; bi armanca bûyera ku li navçeya Pirsûsê pêk hat lêkolîn bikin xwestin biçin Pirsûsa Rihayê. Lê Midûriyeta Polisan a Rihayê bi hinceta "ewlehiya canê wan tune" diyar kirin ku dê destûr nedin têkevin Rihayê. Li ser daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Rihayê, polîsên Amedê heyet li dervê Amedê rawestand û destûr nedan ku heyet derkeve dervê bajarê Amedê.