STENBOL - Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrîn Nas diyar kir ku planên Erdogan hemû ew in ku HDP'ê di bin bendê de bihêle û got: "Eger hilbijêr û partiyên muxalif demokrasiyeke piralî dixwazin, nexwe mecbûr in dengên HDP biparêzin. An jê xwegihandina demokrasiyê dê tiştekî xeyalî be."
Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrîn Nas, rewşa HDP'ê ya derî îtifaqan û hesab û planên ku ji bo di bin bendê de bê hiştên tên kirin nirxandin.
‘JI BO DEMOKRASÎ PÊK BÊ DIVÊ HDP BENDÊ DERBAS BIKE'
Nas diyar kir ku di vê hilbijartinê de partiya 3'yemîn a meclîsê HDP bi benda hilbijartinê ya sedî 10 û newekhev re rû bi rû ye û got: "Niha dixwazim tiştên ku serokomar û îktîdara heyî dibêjin bi bîr bînim. Dibêjin 'planên me yên A, B, C, D hene.' Temamiya van planan ew e ku HDP bendê derbas neke. A rastî ev plan yek in. Yanî eger HDP bendê derbas bike dê li Tirkiyeyê rewşa meclîsê cuda be. Eger HDP di bin bendê de bimîne, piştî hilbijartinê dê Tirkiye bi rewşeke cuda re rû bi rû bimîne. Ji bo li Tirkiyeyê aştî bê parastin û demokrasî pêk bê teqez divê HDP bendê derbas bike."
‘AN JÊ DÊ DEMOKRASÎ BIBE TIŞTEKÎ XEYALÎ'
Nas, bilêv kir ku pirsgirêka derbaskirina bendê ya HDP'ê, divê tenê wekî pirsgirêka HDP'ê neyê dîtin û got: "Ji bilî HDP'ê ev pirsgirêk pirsgirêka hemû partiyn muxalif û hilbijêrên ku dixwazin dawî li vê otorîteriyê bê bi xwe ye jî. Eger ew hilbijêr û partiyên muxalif bi rastî jî demokrasiyeke piralî dixwazin, nexwe divê li ser sidnoqan bi qasî yên xwe divê dengên HDP'ê jî biparzêin. An jê xwegihandina demokrasiyê dê tiştekî xeyalî be."