MÊRSÎN - Namzeta HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, bang li gel kir ku biçe ser sindoqan. Kûrtûlan bang kişand ser gotinên Serokomar Erdogan ku gotibû divê HDP di bin bendê de bimîne û got: "Erdogan li ser sûc hat zevtkirin."
Namzeta HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan ku di hilbijatina giştî ya 2007'an de bi awayekî serbixwe hat hilbijartin, diyar kir ku li Mêrsînê di warê şideta jinê, kedxwarî, betalî û hawirdorê de gelek pirsgirêk hene û eger ew bên hilbijartin ew ê tevî gelê bajêr bajarekî ku mirov bikaribe lê bijî ava bikin.
‘EM HÊVIYA GELAN E'
Kûrtûlan, diyar kir ku li hemberî îtiifaqa AKP-MHP'ê partiya wan îtifaqa gelan e û got: "Xebatên em bi rê ve dibin, nîşan dide ku em partiyeke hêviya gelan e." Kûrtûlan, diyar kir ku herkes bandoreke neyînî ji kirinên pergala navendî digire û yek ji van bajaran jî Mêrsîn e. Kûrtûlan got: "Ji ber şert û mercên şerî yên berê gelek kurd neçar man koçî Mêrsînê bikin. Bajarekî ku gel û baweriyên cuda lê dijîn, lê belê ligel vê jî bajarekî ku polîtîkayên qirêj lê tên kirin. Mînak; di warê tenduristiyê de ev nexweşxaneyên bajaran veguherîne zilmê. Her wiha avakirina santrala nukleerî. Di vî warî de zêde şik û gumanên gel hene. Facîayên wekî Çernobîlê tu bikî nekî li gel şik û gumanan peyda dike. Di heman demê de Mêrsîn bajarê çandiniyê ye jî. Lê êdî hilberîner tiştekî qezenc nakin. Yek ji bajarên ku kargehên biçûk zêde lê tên girtin Mêrsîn e. Yek ji bajarên ku nêzîkatiya rêveberên welat a ji bo jinê zêde xwe dide der jî Mêrsîn e. Li vî welatî bûyera Ozgecanê qewimî. Helbet dema em bên hilbijartin em ê tevî gelan hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin."
‘ERDOGAN LI SER SÛC HAT ZEVTKIRIN'
Kûrtûlan, bal kişand ser gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku di vîdeoyeke li ser cmedyaya civakî de hatibû parvekirin digot divê HDP di bin bendê de bimîne û got: "A rast ev ne cara ewil e. Erdogan tim bi keya, qeymeqam û waliyan re hevdîtinê çêdike. Ma dê çi karê serokomarekî bi keyayan re hebe? Yanî herî zêde Erdogan Qanûna Bingehîn bin pê dike. Erdogan nelirêtî kiriye û sûc kiriye. Her roj ji bo hin kesan gazî dozgeran dike, lê di asasê xwe de divê êdî ji bo xwe bang li wan bikeç Hîn jî ji bo namzetiya Demîrtaş neyê qebûlkirin bang li wan dikeç Di axaftina wî ya li ser medyaya civakî belav bû de, bi awayekî aşkere gotiye divê HDP di bin bendê de bimîne. Yanî dibêje nelirêtiyê bikin. Li ser sûc hat zevtkirin. Ji bo vê yekê çi hewce be divê bê kirin."
‘DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVE'
Kûrtûlan, bilêv kir ku li pêş AKP astengiya herî mezin AKP ye û got: "Îktîdar pêşeroja xwe di hiştina bin bendê ya HDP'ê de dibîne. Ji bo vê yekê Demîrtaş di girtîgehê de radigire. Ev gotinên wî ji bo me di bin bendavê de bihêle, tên wateya ku dê serî li her cure hîle xurdeyan bide. Em ê jî li hemberî vê bitêkoşin û vê lîstikê pûç bikin. Ji bo vê divê gelê me biçe ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkeve."