ÎDIR - Hevserokê DBP'a Îdirê û endamê komîsyona hilbijêrên livdar Halîs Guney, der barê 37 sindoqên ku dê li bajêr bên veguhastin got: "Rêjeya dengê HDP'ê ya van sindoqên hatin veguhastin ji sedî 90 e. Me jî ji bo her sindoqeke hat veguhastin du peywirdarên sindoqê û du muşahid peywirdar kirin."
Li Îdirê sindoqên 37 gundan dê bên veguhastin. Rêjeya HDP'ê ya van sindoqan ji sedî 90 e û dê ji 4 hezarî bêtir hilbijrê di van sindoqan de deng bi kar bînin. Hevserokê DBP'a Îdirê û endamê komîsyona hilbijêrên livdar Halîs Guney, bilêv kir ku ji bo parastina sindoqan û veguhastina wan tevdîr girtine.
‘DÊ 4 KES SINDOQKEKÊ BIPARÊZIN'
Guney, bal kişand ser xebatên ku dikin û got: "Nemaze jî ji bo her sindoqeke gundê ku sindoqa wê hatiye veguhastin 2 kes hatine peywirdarkirin. Ligel vê em ê ji bo her sindoqekê jî du muşahidan peywirdar bikin." Guney, anî ziman ku wan bi hilbijêrên ku sindoqên wan hatine veguhastin re hevdîtin çêkiriye û çi hewce be ew ê bikin. Guney got: "Li van gundan em zêde dixebitin. Ji bo veguhastina sindoqan jî me tevdîr girtine. Roja hilbijartinê li gund çend kes hebin em ê wan bibin ser sindoqan. Li van sindoqên hatine veguhastin, herî zêde dengê HDP'ê derdikevin. Yanî ji sedî 90 hilbijêrên HDP'ê ne. Ji bo dengek jî gelek girîng e. Yanî em ê hemû hilbijêrên gundên ku sindoqên wan hatine veguhastin bibin ser sindoqan."