* Hevserokê DBP'a Îdirê û endamê komîsyona hilbijêrên livdar Halîs Guney, derbarê 37 sindoqên ku dê li bajêr bên veguhastin got: "Rêjeya dengê HDP'ê ya van sindoqên hatin veguhastin ji sedî 90 e. Me jî ji bo her sindoqeke hat veguhastin du peywirdarên sindoqê û du muşahid peywirdar kirin."
* Alîgirê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Yilmaz Demîr, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê yên di warê sewalvaniyê de êdî sewalkarî li ber qedandinê ye. Demîr, anî ziman ku berê 600 endamên wan hebûn, lê niha tenê ew bi endamekî re dixebitin.
* Namzeta HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, bang li gel kir ku biçe ser sindoqan. Kûrtûlan bang kişand ser gotinên Serokomar Erdogan ku gotibû divê HDP di bin bendê de bimîne û got: "Erdogan li ser sûc hat zevtkirin."
* Dayikên Aştiyê yên li Mêrsînê diyar kirin ku ji bo dawî li şer bê divê Serokomar Erdogan ji îktîdarê bê xistin û gotin: "Eger HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike." Dayikan destnîşan kir ku divê ji bo aştiyê herkes dengê xwe bide HDP'ê.
* Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrîn Nas diyar kir ku planên Erdogan hemû ew in ku HDP'ê di bin bendê de bihêle û got: "Eger hilbijêr û partiyên muxalif demokrasiyeke piralî dixwazin, nexwe mecbûr in dengên HDP biparêzin. An jê xwegihandina demokrasiyê dê tiştekî xeyalî be."
*Ziyaretên namzetên HDP'ê yên li gund, navçe û bajaran ên bi gel, esnaf û rêxistinên demokratîk re dê bidome. ziyarette bulunacak (11.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, dê beşdarî mîtîngên HDP'ê yên li Kocaelî, Bursa û Manisa bibe. (14.00-18.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdîn dê bi tevlêbûna namzetên HDP'ê yên Mêrdîn li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şahiya muzîkê pêk bînin. (15.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û namzetên HDP'e yên Stenbolê bi şîara "Ji bo jiyanek bê şer û bê metîngerî em digêjin hev." li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtînga mezin pêk bînin. (17.00)
* Meclîsa Ciwanan a Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê dê li Parka Ahmed Arif a Dîkmenê "Hevdîtina bi ciwanan re" pêk bînin. (17.00)
/