NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên fransî yên ku hilbijartinên serokkomarî û giştî yên 24’ê Hezîranê yên Tirkiyeyê ji nêzve dişopînin, atmosfera hilbijartinê nirxandin. Rojnamegeran dan zanîn ku pêşbirka hilbijartinê di nav bêedaletiyekê de dimeşe û li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Rojnamegeran anîn ziman ku Demîrtaş ji bo Erdogan gef e.
Ji rojnamegerên rojnameya Le Mondeyê Marc Sîmon, ji rojnameya Le Figaroyê Thlerry Oberle, serokê medyayê yê kovara Le Point’ê Etienne Gernelle û midûrê nûçeyên derve yê heman kovarê Romain Gubert, şefê nûçeyên derve yê kovara L’Express’’ê Charle Haquet û nûnerê rojnameya Le Monde yê ku demeke dirêj nûnertiya rojnameyê ya Tirkiyeyê kiriye Gullaume Perrier, têkildarî hilbijartinên 24 Hezîranê bi rojnameya Cumhuriyetê re axivîn.
HILBIJARTIN JI BO ERDOAN TALÛKE YE
Têkildarî mijarê rojnameger Sîmon anî ziman ku xebatên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê di nav bêedaletiyê de derbas dibin û ev nirxandin kir: “Tevî ku nûnerê serokkomariyê yê HDP’ê bi awayekê fermî tev li hilbijartinan dibe jî niha girtî ye. Ev bi tenê jî nîşan dide ku xebatên hilbijartinê di nav bêedalatiyê de pêk tên. Girtina Demîrtaş û bi dehan hevşaredaran, li gorî texmînan dibe sedem ku HDP benda hilbijartinê pir zehmet derbas bike. Înce jî li gorî Kiliçdaroglu zimanekê cuda bi kar tîne. Ev jî dibe sedem ku gelên Tirkiyeyê wî bi baldarî guhdar bikin. Lê ev ji bo serkeftina CHP’ê têrê nake. Ya herî berbiçav ew e ku ger HDP bikeve meclisê dê AKP hêza xwe ya meclisê winda bike. Dibe ku AKP careke din di hilbijartinê de bi ser keve. Ji ber ku ber bi nêzbûna hilbijartinê ve dê rojevê dramatîze bike û bi afirandina aloziyê re dê bibêje ‘ya ez ya alozî’. Hilbijartin ji bo Erdogan zehmet û bi talûke ye. Hema hema hemû televîzyon û rojnameyên li Tirkiyeyê di bin kontrola Erdogan de ne. Dixwaze li ser HDP’ê aloziyê biafirîne û bi bindehiştina benda hilbijartinê re jî dixwaze 70-80 parlamenteran qezenc bike. Yanî şerê Erdogan li dijî HDP’ê ye.”
‘KÎ BI VAN DERFETAN TÊKEVE HILBIJARTINÊ DÊ BI SER BIKEVIN'
Rojnameger Guebert jî da zanîn ku hemû derfetên dewletê û çapemeniyê di destê Erdogan de ne û wiha got: “Bi sedan rojnameger, parêzer, dozger, profesorên zanîngehan, parlamenterên muxalîf, kesên muxalîf û namzedên HDP’ê yên fermî di girtîgehê de ne. Gelo ma hilbijartineke wiha dibe? Kî bi van derfetan tev li hilbijartinan bibe dê bi ser keve. Ez jî bi van derfetan tev li hilbijartinê bibim dê bi ser kevim. Ji ber vê yekê em nikarin ji vê re bibêjin hilbijartin. Ger derfeta propagandayê ya namzedên din nebe, wê demê em nikarin bibêjin demokrasî heye. Di encama xebat û lêkolînên me de fêm kir ku Erdogan ber bi sîstemeka dîktator ve diçe. Ji ber van sedeman di hejmara me ya hefteya din de pêşrûpelê me bi sernavê ‘Dîktator Erdogan’ derket. Ev rêbazên dijdemokrasiyê ne di xema ewropayiyan de ne. Ji bo wan tenê ya girîng pêşîlêgirtina derbasbûna 3 milyon penaberan e.”
‘LI TIRKIYE DÎKTATORÎ HEYE'
Di berdewamê de jî rojnameger Etienne Gernelle axivî û anî ziman ku wan ji bo hevpeyvînekê randevû ji Erdogan xwestiye û wiha domand: “Em li benda bersivê ne. Kovara me li kîsokan rastî êrîşan hat û ev nayê qebûlkirin. Em hîn bûn ku li pişt êrîşan teşkîlatên AKP’ê hene. Me heman nûçe ji bo pêşengên fransî jî çêkirin lê rastî van êrîşan nehatin. Weke ku serokkomar Macron di got ‘li welatê ku çapemenî ne azad be, dîktatorî heye’. Li gumruka Tirkiyeyê, dest danîn ser 50 kovarên ku me ji bo aboneyên xwe şandin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Me jî dixwest ku Erdogan bi rakirina van astengiyan em dabûna şermê.”
DEMÎRTAŞ JI BO ERDOGAN GEF E
Di berdewamê de jî rojnameger Charle Haquet bi lêv kir ku xebatên hilbijartinê bi temamî yekalî dimeşin û wiha derbirî: “Her çiqas hêza Erdogan kêm bibe jî bi derfetên dewletê şansê xwe mezin dike. Parçebûna muxalefetê her tim pêşî li desthilatdariya Erdogan vekir. Divê saziyên civaka sivîl ên muxalîf mîna li Macaristanê bên cem hev û hêza xwe bikin yek. Li Tirkiyeya ku demokrasî lê xelas bûye, lîderekî ku bi tena serê xwe Erdogan têk bibe nîn e. Tenê Demîrtaş li ser hêza Erdogan gefeke mezin e. Peyamên ku niha li girtîgehê dide jî di nav civakê de pir ji nêz ve tên şopandin. Demîrtaş girtina xwe dikare pir baş bi kar bîne. Ez destpêka jiyana siyasetê ya Erdogan û Demîrtaş wekhev dibînim.”
ERDOGAN TÊK DIÇE
Rojnameger GuIllaume PerrIer jî da zanîn ku sedema hilbijartinên pêşwext, rewşa xerab a aboriyê bû û ev tişt anîn ziman: “Sedema duyemîn jî kanalîzekirina dengên nîjadperestan a di dema operasyona Efrînê de bû. Wisa xuya dibe ku Erdogan hêza xwe ya berê winda dike. Dema em lê dinihêrin teqez xuya dike ku hilbijartineke wekhev û şefaf nabe. Li gorî min Erdogan dixwaze bi lîstikên li ser dengên başûrê rojhilatê Tirkiyeyê hilbijartinan de bi ser keve. Niha jî bi OHAL’ê re her tişt xist bin destê xwe. Ger Tirkiye di rewşeke aram û demokratîk de biçe hilbijartinan dê Erdogan winda bike. Lê ji bo wî dijminek lazim e. Dibe ku gulenciyekî ji derve bîne. Teqez dê li dijî PKK’ê jî çend hemleyan bike. Bi vê jî dê mixabin dengên muxalîf bigire. Tenê lîderê ku Erdogan aciz dike Demîrtaş e.”
ERDOGAN OTOKRAT E
Herî dawî jî rojnameger ThIerry Oberle jî sedemên hilbijartinên pêşwext weke rojnameger Perrier nirxand û nêrînên xwe wiha parve kirin: “Lê dema em li aboriyê dinêrin, li Tirkiyeyê xerabtir dibe. Pereyê Tirkiyeyê dikeve û borsa winda dike. AKP li benda vê nebû. Têkçûna aboriyê Erdogan qels dike û ji ber vê jî Erdogan ji nîjadperestan bêhtir nîjadperest tevdigere. Li vir jî xuya dibe ku ji bo serkeftinê dê her tiştî bike. Tevî ku namzediya Demîrtaş bi awayekî fermî hatiye erêkirin jî girtiye û nikare kampanyaya xwe bimeşîne. Sedema girtina wî jî fikrên wî ne. Bi rastî jî ev skandaleke mezin e. Em weke raya giştî ya Fransayê, Erdogan wekî otokrat dibînin. Biryarên Erdogan ên dawîn nîşan didin ku ew ji Ewropayê gelek dûr e û ji bo Ewropayê jî mirovekî talûke ye.”