Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn

  • rojane
  • 17:16 16 Hezîran 2018
  • |
img

RIHA - Şahidên kuştina Bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ji aliyê zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, axivîn. Şahidan gotin: "Bav li nexweşxaneyê bi tûpê oksîjenê, kur Celal bi şûşa serûmê qirika wî jêkirin û kur Adîl jî çek xistin serê wî û kuştin. Dema bûyerê Wezîr Fakıbaba, walî û qeymeqam jî li hewşa nexweşxaneyê bûn."  

 
Zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê Hezîranê de girtin ser dikana esnaf Esvet Şenyaşar û kurên wî kuştin. Şahidên bûyerê têkildarî bûyerê axivîn û tişta dîtine parve kirin. 
 
2 ROJ BERÊ NIQAŞ DERKETIBÛ
 
Di 12'ê Hezîrana 2018'an de wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe dikana Esvet Şenyaşar û kurê wî ziyaret kirin û xwestin dengan bidin wan. Lê Evset Şenyaşar bertek nîşanî wan da û got: "Dengê em bidin we tune ye." û niqaş derket. Lê niqaş bê şer bi dawî bû. Di 14'ê Hezîrana 2018'an roja pencşemê de Wekîlê AKP'ê Yildiz, li gel xizmên xwe dîsa çû dikana Şenyaşar. Piştre dîsa niqaş derket û çek bikar anîn. Piştî niqaşê zilamên li gel Wekil û namzetê AKP'ê Yildiz, bi çekên lûledirêj û debançeyan gule berdan Adil, Celal û Ferit Şenyaşar ên birayên hev.  
 
GOTIN 'NEKEVIN HUNDUR' RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN
 
Şahidê bûyerê diyar kirin ku li Pirsûsê kolana ku bûyer lê pêk hat wekî "Kolana Yek Milyoncû" tê zanîn. Şahidan, da zanîn ku dema Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û heyeta li gel wî dema li nava esnafan li dengan digeriyan ketin dikana xwediyê "Bazara Erzaniyê ya Stenbolê" ya Esvet Şenyaşar û malbata wî. Dema ketin dikanê Celal Şenyaşar li hundirê dikanê û birayê wî Adil Şenyaşar jî li deriyê dikanê bûn. Dema wekîl Yildiz xwest têkeve dikanê, Adil Şenyaşar bang wî kir û got: “Muşteriyên min ên jin hene. Nekevin hundir. Muşterî bêzar dibin" Li ser vê yekê Yildiz got "Ma em bênamûs in ku em nekevin hundir. Li ser vê yekê niqaş derketin. Parazvanê Yildiz ku navê wî nehat zanîn sîleyek li Adîl xist. Dema bûyer mezin bûn, parazvanê Yildiz gule berdan piyê Adil Şenyaşar. Parazvan û xizmên Yildiz bi dar û kêran êrîşa li dijî Adil Şenyaşar berdewam kirin. Di vê navberê de birayê Adil Şenyaşar ê li dikanê Ferit Şenyaşar dema dît ku li birayê wî Adîl dixin, hat cihê bûyerê dît ku birayê wî birîndar bûye. Birayê Wekîl Yildiz Mehmet Şah Yildiz û kesekî din jî li cihê bûyerê birîndar bûbû. Piştî bûyerê birindar rakirin nexweşxaneyê. 
 
HER 3 KES LI NEXWEŞXANEYÊ QETIL KIRIN
 
Dema birîndar rakirin nexweşxaneyê, birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê li nexweşxaneyê li pêş çavê bijîşkan dema Celal Şenyaşar dihat dermankirin bi kêran û şûşê serûnan qirika Celal jê kirin û qetil kirin. Dîsa Adil Şenyaşar ê birîndar jî li hundirê nexweşxaneyê li pêş çavê personelan gule berdan serê wî û kuştin. Dema bavê Adîl û Celal Şenyaşar Evset Şenyaşar jî bi birîndarî anîn nexweşxaneyê, xizmên Wekîlê AKP'ê Yildiz ew lînç kirin û kuştin. Bi tûpê oksijenê li serê wî dan û kuştin. 
 
Şahidan anîn ziman ku Ferit Şenyaşar ê birîndar bû jî rakirin nexweşxaneya dewletê ya Balikligol a Rihayê. Şahidan, anîn ziman ku bi fermana wekîlê AKP'ê Yildiz kamarayên li nexweşxaneyê hatin şikandin. Şahidan anîn ziman ku dema serê Esvet Şenyaşar pelçiqandin xwîna wî li dorê belav bû, lê ser xwînê boyax kirin û jê birin. 
 
DEMA LÎNÇ KIRIN WEZÎR FAKIBABA LI NEXWEŞXANEYÊ BÛ'
 
Şahidan anîn ziman ku dena zilamên Yildiz êrîşî nexweşxaneyê kirin û birîndar lînç kirin Waliyê Rihayê Abdullah Erin, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakıbaba li nexweşxaneyê bûn. 
 
Şahidên ku bûyer yek bi yek vegotin û nexwest navê xwe bidin wiha gotin: 
 
ŞAHAD 1: WÊ DEMÊ EZ LI NEXWEŞXANEYÊ BÛM
 
Saet li dora 17.00'an bû ez çûbûm xizmekî xwe ziyaret bikim. Di wê saetê de min bihîst ku birîndar anin nexweşxaneyê. Hundirê nexweşxaneyê pir qelebaliq bû. Her kes hev nas dike. Bi carekê Wekîlê AKP'ê yê ji gundê Şihisê İbrahim Halil Yildiz û xizmên xwe ketin nexweşxaneyê. Ketin hundirê nexweşxaneyê. Dema xizmên wekîl ketin nexweşxaenyê gelek polîsên hêzên çevîk li ber deriyê nexweşxaneyê bûn. Lê nebûn asteng li pêş zilamên wekîlê AKP'ê. Ez wê demê tirsiyam û neçûm nêzî wan. Li derve deng û qerîn dihat. Bi kurdî digotin "me kuşt, me kuşt. Li hundir dengê çekan dihat. Piştî dengê çekan li çepikan dan. Gule berdan hewa. Piştî gule berdan hewa polîsan ew hişyar kirin û gotin belav bibin. Dema kom belav nebûn vê carê polîsan gule berdan hewayê." 
 
ŞAHID 2: PERSONELÊ NEXWEŞXAENYÊ
 
Roja bûyerê saet di 15.50'an de birîndarekî ku paşnavê wî Yildiz bu anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Wê demê Wekilê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz li nexweşxaneyê bû. Li hundir û dervê nexweşxaneyê polîs hebûn. Saet di 16.00'an dre birîndarekî din anîn. Me ew şand Navenda Rihayê. Piştî ez hatim Pirsûsê ez fêr bûm ku ew birîndar miriye. Celal,  Adil û Esvet ên birîndar sewqî nexweşxaneyek din kirin. Lê girseya ku xizmê Yıldızin destûr nedan ku Şenyaşar sewqî nexweşxaneyek din bikin. Dest danîn ser mifteya Ambulansê Tekerên Ambulansê teqandin. Camên wê şikandin. Hevalê me yê ajokar bi kuştinê tehdît kirin. Her çend Wezîr Eşref Fakibaba xwest rawestine bi ser neket. Esvet Şenyaşar bi meş hatibû nexweşxaneyê. Lê xizmên Yildiz  li beşa leznîn bi tupê oksijenê li serê wî dan û ew lînç kirin. Ji ber serê Esvet Şenyaşar pelçiqî xwîn li dîwarê beşa ser belav bû. Şev nîvê şevê cihê ku şwîn lê ket şuxtin û pişt re ser wê boyax kirin. Saet di 02.00'e şevê de dozger hat cihê bûyerê beşa lezgîn. 
 
ŞAHID  3: KARGERÎ CÎRAN E
 
Em cîranên hev in. 3 rojan li ser hev hatin. Lê me got dengê em bidin we tune ye. Di 13'ê Hezîranê de dîsa hatin. Me got wekî esnaf dengê em bidin we tune ye. Rojek şûnde pir qelebalix hatin. Amadekarî kiribûn. Bi 30 zilamî hatin. Xwestin em toka û aksesuarên kesk, sor û zer kom bikin. Di vê navberê de niqaş derket. Zilamên AKP'ê sîle li hevamê me dan. Piştre niqaş û bûyer mezin bûn. Li cem esnafan çek tune bû. Lê li cem AKP'îyan çek hebûn. Celal û Adil xwe bi daran parastin. Polîsên sivîl bûyer temaşe dikirin." 
 
Kamerayên li cihê bûyerê 360 derece dikarin dîmenan bikişînin û qeyd bikin. Kamerayên cîranan jî qeyd kirine."
 

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn