AMED - HDP’ê li navçeyên Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin û gel namzetên HDP’ê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Ji namzetên partiyê Salîha Aydenîz, bal kişand ser bûyera li Pirûsû hat jiyîn û got: “Emê neyên provokasyonan.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de, li navçeyên Pîran û Gêlê yên Amedê mitîng li dar xistin. Namzetên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Ferda Fahrîoglu Akin, Hişyar Ozsoy, Memet Temîzyuz, rêveber û endamên HDP-DBP û gelek kes beşdarî her du mitîngên navçeyan bûn.
Welatiyên Gêlê berî biçin qada mitîngê, şandeya HDP’ê bi konvoyekê di ketina navçeyê de bi coşek mezin pêşwazî kirin. Şande şande gehişt qada mitîngê, gel derketin paçe û balkonên malên xwe û bi nîşaneya serkeftinê HDP’î silav kirin.
‘EM Ê NEYÊN PROVOKASYONAN’
Namzeta HDP’ê Salîha Aydenîz, di mitînga Gêlê de xîtabê gel kir û wiha axivî: “Ez we silava dikim û cejna we pîroz dikim. Xwestin li Pirsûsê provokasyon bikin. Mîna Sûr, Cizîr, Gever û Roboskê komkujî pêk anîn û welatiyên me qetil kirin. Dixwazin me bitirsînin, lê me natirsin û emê neyên provokasyonên wan. Gel natirse. Vaye îro li ser Birêz Ocalan tecrîtek giran heye. Heya ku tecrît neşike, dê azadî pêk neyê. Emê di 24’ê Hezîranê de tecrîtê bişkînin. Weke Mehmet Tunç gotî, ‘Heya roja îro me serî netewand û emê ji vir û şûn de jî serî netewînin.’ Çi gotine, Abbas rêwiye, tu girêjî bidî nasekine.”
‘CUDAKARIYÊ DIXIN DINAVBERA MIRIYAN DE JÎ’
Şandeya HDP’ê piştî mitînga Gêlê, derbasî navçeya Pîranê bûn û beşdarî mitîngê bûn. Girseya beşdarî mitîngê bû, namzet bi coşek mezin pêşwazî kirin. Di mitîngê de namzet Hişyar Ozsoy axivî û wiha got: “Tecrîta li ser Îmraliyê zêdetir dibe. Ger pirsgirêka Kurd bi awayekê adîlane çareser nebe, dê aştî û hizûr neyên welat û krîza heyî mezintir bibe. Îstîxbarat û dadgehên dewletê ji bo HDP’ê dibin bendê de bihêlin, hemû tiştî dikin. Amblema me dare û koka me jî saxleme. Emê bimînin, ew ê biçin.”
Di mitîngê de bang tevlîbûna mitînga HDP’ê ya mezin a Amedê ku dê di 20’ê Hezîranê de bê lidarxistin, hat kirin.
Şandeya HDP’ê piştî mitîngên Pîran û Gêlê, ji bo beşdarî mitîngên Şankuş, Çermûg û Erxenî bibin ketin rê.