STENBOL - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, kuştina li Pirsu xist situyê Înce û wiha got: "Berpirsiyarê bûyera li Pirsûsê Muharrem Înce ye."
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, kuştina esnafên bira Celal û Adil Şenyaşar û bav Esvet Şenyaşar ên ji aliyê zilamên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatin kuştin, xist situyê Namzetê Serokomariyê yê CHP'ê Muharem Înce. Soylu, Teşkilata AKP'ê ya Navçeya Beşiktaşê ziyaret kir û geşedanên dawî nirxand. Soylu, Muharrem Înce berpirsiyarê kuştina 2 bira û bav Şenyaşar nîşan da û got: "Ez pir aşkere dibêjim, sebebê bûyera li Pirsûsa Rihayê û musebbibî Muharrem Înce ye. Ev pir aşkere ye. Min li balafirgehê rayedarên CHP'ê dît. Hatin bûyerê lêkolîn bikin. Li ser navê kê hatine? Li ser navê HDP'ê hatine bûyerê lekolîn bikin. Li ser navê PKK'ê hatine bûyere lêkolîn bikin."