RIHA - Haci Esvet Şenyaşar ê li gel 2 kurên xwe ji aliyê zilamên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat kuştin, li tenişta cenazeyê kurê xwe Celal û Adîl hat definkirin. Malbata Şenyaşar bertek nîşanî AKP'ê û Erdogan dan û gotin “Erdogan te ji bo serokatiya xwe mirov nehiştin." Xwişka Evset jî bertek nîşanî rayedaran da û got 'Hûn çima raporê nadin?"
Wekilê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên xwe di 14'ê Heziranê de bi keleşan girt ser dikana esnaf Haci Esvet Şenyaşar û gule li ser wan reşand. Di bûyerê de bira Celal û Adîl di roja bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û duh li Pirsûsê hatin definkirin. Îro jî Bav Esvet Şenyaşar ku bi lîncê hat kuştin li pirsûsê li tenişta gorên zarokên xwe hat defin kirin. Di merasima cenaze de Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Cîgira Hevseroka ESP'ê Beycan Taşkiran, Namzetên HDP'ê yên Rihayê Nimetullah Erdoğmuş û namzetên din jî di navde girseyek mezin amade bûn.
Malbata Şenşaşar û heyeta HDP'ê piştî cenazeyê Evset Şenyaşar ji mora Nexweşxaneya Dîlokê girtin, anin Pirsûsê. Heyet û karwana cenaze li bajaroka Eligor bi girseyî hat pêşwazîkirin. Karwana cenaze piştre çûn goristana Pirsûsê û cenazeyê Bav Esvet Şenyaşar li tenişta cenazayên zarokên wî Celal û Adil defin kirin.
Dema cenaze defin kirin bi sedan polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA dora goristanê dorpêç kirin. Di merasimê de qerîn û zimênê hevsera Esvet Şenyaşar Emine Şenyaşar qet ranewestiya. Jinan di zimêr û hawarê de gotin: "Ma we di dîrokê de dîtiye ku ji malbatekê di heman kêliyê de 3 cenaze hatine defin kirin? Vana çi kiribû ji we?
QERÎNA KEÇA ŞENYAŞAR: DAÎŞ JÎ WISA NAKE
Di merasimê de keça Esvet Şenyaşar bertek nîşanî AKP'ê da û got: “DAIŞ jî vê yekê nake. Li ser karê xwe bûn. Ji bo deng bistîne çûn li ser kar êrîşî wan kirin. Bi vê yekê nehatin ser çûn li nexweşxaneyê qetilkirin. Qirika wî jê kirin. Bi zanebûn birîndar birin wê nexweşxaneyê. Ew nexweşxane di fermana wan de ye. Tişta hatiye serê me ji hemû cîhanê re bêjin. Bila hemû cîhan zanibe. Biha her kes zanibe."
XWIŞK: HÛN ÇIMA RAPORÊ NADIN?
Xwişka Haci Esvet jî zimêr lorandin û got: “Hemû gelê Pirsûsê şahid e. Bi salan e esnaf e. Em pêşiya vê dozê bernadin. Kurd xelas nabin. Erdogan ji bo serokatiya xwe mirov tev kuştin. Lê kurd xelas nabin. Tu diçe dikeve dikanê û gule berdide serî û li dikanê dikuje.Tu li dikanê dikuje, lê hûn çima raporê nadin? Hûn komkujiyê dikin. We ev komkujî li hundir nexweşxaneyê kir. Ez ji hemû polîsan bi gilî me. Hemû faîzxwir in. Dengê me li hemû ewropayê belav bikin. Bi tûpê agir êrîş kirin û li nexweşxaneyê kuştin. Em dengê xwe nadin. Bi zorê be jî em nadin. Em cenazeyê xwe radikin polîsê wî dora me dipêçe. Xwedê tu vê zilmê qebûl neke."
Piştî cenazeyê Esvet Şenyaşar defin kirin. Wekîlê HDP'ê û namzetê HDP'ê yê Rihayê
Nimetullah Erdogmuş dua xwendin û girse ji ser gorê belav bû.