DERSIM - Welatiyên Dersimê bertek nîşanî daxuyaniya Serokwazîr Binali Yildirim a “Em destûr nadin carek bûyerên Dersimê dubare bibe'" û gotin "Bûyerên ku di 1937-38'an de li Dersimê pêk hatin îro li Pirsûsê dubare dibin. Ewil biçin komkujiyê ronî bikin piştre bi axivin."
Serokwezîr Binali Yildirim, duh di mîtina AKP'ê ku li Dersimê pêk anî de axivî û got: "Em destûr nadin bûyerên li Dersimê pêk hatin carek din dubare bibin" Welatiyên Dersimê pertek nîşanî daxuyaniya Yildirim dan û gotin "Berê komkujiyê ronî bikin û piştre bi axive."
‘GELEK PROJE DEREW IN'
Welatiya Derismê Zarife Salici, bertek nîşanî daxuyaniyên Yildirim da û wiha got: "Ez ji gotinên wan bawer nakim. Ev gotinên berî hilbijartinê ne. AKP li Tirkiye bi zextên li ser gel û civakê xwe li ser piyan dihêle. Bi zilmê gel mahkûmî xwe dike. Êdî li vî welatî nefes stendin jî sûc e. Gelek projeyên ku li Dersimê aşkere kirin derew in. Gotina ‘Me xaza xwezayî anî' jî derew e. Li Dersimê xaza xwezayî tune ye."
'EM DAXIYANIYÊ WÎ RAST NABÎNIN'
Salici, bal kişand ser gotina Yildirim a 'Dê carek din Dersim dubare nebe' û wiha berdewam kir: "Hêj duh li Pirsûsê komkujî kirin. Hêj Dersim dubare dibe. Jiber vê yekê em daxuyaniyê wî rast nabînin. Ger ku samîmî bûya, dê komkujî berdewam nekiribûna. Tiştên ku di salên 1937-38'an de pêk hatin îro li Pirsûsê û li herêmê dubare dibin. Bila berê hesabê van komkujiyan bide. Bila berê komkuiyan ronî bike û piştre bi axive."
‘DERSIM HÊJ DUBARE DIBE'
Welatî Kemal Demîr jî gotinên Serokwezîr Yildirim rexne kir û got "Em ji gotinên Serokwezîr Yildirim û serokomar Erdogan bawer nakin. Hêj li herêmê şer heye. Hêj Dersim dubare dibe. Hêj komkujî berdewam dikin.
'BILA EWIL KOMKUJIYÊ NAS BIKIN'
Welatî Ferit Turker ji bertekên xwe anîn ziman wiha got: "Her dem heman sozan didin. Lê pratîk tune. Girseya ku aniye mitîngê ji derve anîye. Ji bo me tu qîmeta Serokwezîr bê vir tune ye. Divê berî her tiştî komkujiya Dersimê qebûl bikin. Bila piştre bên bi axivin.
‘BÛYERA 1937-38'AN DUH LI PIRSÛSÊ DUBARE BÛ
Welatî Bulent Yuksel jî bertek nîşanî gotinên Serokwezîr da û got: "Di salên 1938'an de komkujiya Dersimê pêk hat. Duh wekî komkujiya Dersimê li Pirsûsê dubare bû. Bûyerên Sûr û Cizîrê pêk hatin. Piştre tê sozên hilbijartinê dide."