ENQERE - Di bernameya pîrozbahiyên cejnê yên partiyên siyasî de, rojevên sereke bûyera li Pirûsê hat jiyîn û hilbijartine. Mîthat Sancar ê HDP’î diyar kir ku Pirsûs operayona destilatdariyê bû. Fatîh Aydin ê SP’î jî, anî ziman ku canê mirovan ji hemû hilbijartinan bi qîmetire.
Partiyên siyasî bi wesîleya eyda Remezanê çûn serdana hev. HDP’ê ji ber polîtîkayên AKP û MHP’ê nûçe serdan her du partiyan û şandeyên wan qebûl nekirin. Şandeya HDP’ê çûn serdana CHP, DSP û SP cejna wan pîroz kirin. Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, endamên Meclîsa Partiyê Bedîa Akkaya û Cemîl Erden di şandeya HDP’ê de cih girtin. Di pîrozbahiyên cejnê de tenê du rojên bingehîn bûyera li Pirsûsê hat jiyîn û hilbijartin hebûn.
Sancar, di serdana CHP’ê de bal kişand ser bûyera li Pirsûsê hatin jiyîn û wiha axivî: “Hikûmet bi awayekê pir kirêt bûyerê manîpule dike. Desthilatdariyê zanî dê di hilbirtinê de bin bikeve, ji ser vê yekê polîtîkayên gef xwarinê bi rêve dibe. Ev derûniya binkeftinê ye. Ev desthilatdar dê biçe, em hêvî dikin ku ev cejin ji bo vê yekê bibe vesîle.”