STENBOL - Namzetên Ciwan ên HDP’a Stenbolê, ciwan vexwendin mitînga ku sibê li Stenbolê pêk bê û gotin: “Werin em dengên xwe bikin yek û bi hev azadî, aştî û yekitiyê biqîrîn û serkeftinê bi dest bixin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, dê saet di 17.00’ê 17’ê Hezîranê de, li Bazara Gel a Bakirkoyê mitînga “Ji bo jiyanek bê şer û kedxariyê em tên gelhev” pêk tîne. Namzetên ciwan ên HDP’a Stenbolê ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li ciwan, jin û hemû beşên civakê kirin.
Namzeta Parlamenteriya HDP’ê ya Stenbolê Şerîban Alkiş, namzetê HDP’ê yê rêza 2’yemîn ê Stenbolê Ozan Ozgenler, namzetên ciwan Ridvan Ozturk û Semra Sarigul, hemû gel, ciwan, jin û kesên mûxalif kirin ku beşdarî mitîngê bibin û gotin: “Hêza me dê wan têk bibe. Em bi reng û cûdahiyên xwe çiqasî zêdebin, emê ewqasî bersiv bidin wan. Li dijî zilma desthilatdariyê werin em di mîtînga 17’ê Hezîranê de bibin yek. Em li bendêne ku hemû kesên berxwedêr tevlî mitîngê bibin. Ji bo demokrasî, edalet, wekhevî û yekitî pêş bikeve û di meclîsê de rêxistinbûyîna ciwanan ava bibe, em bibin HDP’î. Werin em dengê xwe bikin yek, bi hevre azad, aştî û yekitiyê biqîrîn û serkeftinê bi dest bixin.”