RIHA - Piştî 4 kesan di êrîşa çekdarî ya xizmên wekîlê AKP’ê Yildiz de jiyana xwe ji dest dan, Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu, bi daxuyaniya “Nirxandinên têkiliya wî zilamî bi kadroyên çiyê re hene, fermanan ji wir digire, hene” Kaplan kir hedef, namzetê HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan hat binçavkirin.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê, gava parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz çû serdana dikandaran gef li esnaf Şenyaşar xwar, niqaş derket û parazvan û xizmên Yildiz bi çekan êrîş kirin. Di êrîşê de birayên hev Celal û Adil Şenyaşar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar rkuştin. Piştî definkirin a birayên hev Şenyaşar li Pirsûsê operayona binçavkirinê dest pê kir. Polîsên bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî cezayên birayên hev Şenyaşar kirin, Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Nazli Bînîcî re, şevê din gelek kes binçav kirin.
Polîsan bi ser malên namzetê HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan, Hevseroka HDP’a Navçeyê Rojda Bînîcî, Endamên Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Fethî Yavuzel, Mehemt Kaplan û Mehemt Polat ên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu hedef nîşan dan de gittin û binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê.
SOYLU KAPLAN HEDEF NÎŞAN DABÛ
Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu ji bo beşdarî merasîma cenazeyê birayê wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz Mehemt Şah Yildiz ê di êrîşê de jiyan xwe ji dest dayî bibe hat Pirsûsê, di daxuyaniya da Ajansa Anadolu (AA) yê de, namzetê HDP’ê yê Rihayê Kaplan ê niha dibin çavandeye hedef nîşan dabû. Suylu di daxuyaniya dabû de wiha got: “Lêpirsîna îdarî û edlî berdewam dike, lê bûyerên pir zelal hene. Berî 3-4 rojan namzet parlamenteriya rêza 6’emîn ê HDP’ê (Îsmaîl Kaplan) bi xwe parlamerterê me hedef nîşan daye û bûyer mezin kiriye. Nirxandinên têkiliya vî zilamî bi kadroyên çiyê re heye û fermanan ji wir digire, hene. Evqas zelel û vekiriye.”
MUHERREM ÎNCE Û SEROKÊ CHP’Ê YÊ PIRSÛSÊ JÎ HEDEF NÎŞAN DABÛ
Soylu, di heman demê de, ji bo namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce jî bi van gotina sûcdar nîşna dabû: “Bi awayekê zelel dixwazim vê yekê bêjim, ên çûn serdana Selahattîn Demîrtaş berpirsên vê bûyerê ne. Ligel ku lêkiliya wî bi bûyerê re tuneye jî, dîsan divê em li daxuyaniyên serokê navçeyê yê wê partiyê (Serokê CHP’ê yê Pirsûsê Servet Goren) mêze bikin. Bêguman di pêvajoya lêpirsîna îdarî û edlî de em ê van mijaran hemûyan bigirin dest.”