ENQERE – Endama Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî Nuray Çevirmen, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş 200 hefte ye çalakiyê pêk tînin û wiha got: “Girtiyên nexweş terkî mirina demî kirine. Mirina wan li demek dirêj hatiye belavkirin."
Înîsiyatifa Azadiya Mahpûsên Nexweş, 200 hefteye her şemî ji bo girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiyê pêk tînin. Her şemî ji bo girtiyên nexweş edaletê dixwazin. Dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Lê ji ber ku girtiyên nexweş nayên berdan tenduristiya girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe. Di nava demê de roj bi roj bêtir nêzî mirinê dibin û mirina wan li wextekî dirêj hatiye belavkirin.
WEZARETA DADÊ: 841 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
Li gorî daneyên Wezareta Dadê li gorî Sibata 2017'an li girtîgehan 841 girtiyên nexweş hene. Li gorî Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ji girtiyên nexweş 31 ji wan jin in.
Li gorî daxuyaniyên ku saziya infazê daye Serdozgeriya Komarê 795 jê hikûmdar û 46 girtiyên bê hikûm ji ber nexweşiyên xwe li benda berdanê ne.
Di 5 salên dawî de Hezar û 86 girtiyên nexweşên giran ji bo sewqî nexweşxaneyên baş bên kirin serî li ATK'ê dane, lê serlêdanên wan hatine redkirin. Ev girtiyên nexweş ku serî li ATK'ê dane terkî mirinê hatine kirin.
DI 17 SALÊN DAWÎ DE 3 HEZAR Û 500 GIRTIYÊN NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD a di 1'ê Adara 2018’an de hat weşandin, Li 386 girtîgehan hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Ji vana 402 girtî rewşa wan giran e. Li gorî daneyên ÎHD'ê di 17 salên dawî de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Endama Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û polîtîkayên hikûmetê. Çevirmen, diyar kir ku piştî 2014'an bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş bi pêşengiya înîsiyatifê dest bi çalakiyê kirine
TUHAD- FED, ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) bi piştgiriya gelke partiyên siyasî me înîsiyatif ava kir. ÎHD bê navber bi girtiyên nexweş eleqeder dibe, lê ji bo wan bike rojev dest bi rêzecalakiyên şemiyê kirine. Ji bo girtiyên nexweş 200 hefte ye çalakiyê pêk tînin. Girtiyên nexweş terkî mirina demî kirine. Mirina wan li demek dirêj hatiye belavkirin. Me hin gav avêtin. Lê dîsa rewşa gelek nexweşan giran e. Gele nexweş her ku diçe rewşa wan girantir dibe.
Ewil me çalakî li Guvenparkê pêk dianî. Piştî OHAL'ê zext zêde bûn û zextên polîsan zêde bûn. Piştre me çalakiyên xwe anîn Kolana Yukselê. Me ji wir jî anî Kolana Sakarya heri dawî niha em li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiyên xwe berdewam dikin. Piştî OHAL pak îlankirin xwestin çalakiyên ÎHD'ê di nava avahiya Şaxa Enqereyê de hepis bikin. Li şûna girtiyên nexweş bên perdan, piştî OHAL'ê em jî di hundir de hepis kirin. Di navbera 2017 û 2018'an de 41 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Piştî OHAL'ê serlêdana girtiyên nexweş zêde bûn."
Çevirmen, anî ziman ku hem li gorî serlêdana girtiyên nexweş rewşa wan tespîd dikin û wiha got: "Mixabin ji bo girtiyên nexweş tiştekî baş nayê kirin. Ew terkî mirina hêdî hêdî hatine kirin. Mirina wan di nava demê de hatiye belavkirin. Tu tedawiya pêwist nayê kirin. Wan bi kelepçeyê dibin muayine dikin. Şert û mercên girtîgehan ji dermankirinê ne ne guncav e. Dermankirina tu nexweşî baş nayê kirin û wan baştir nake. "
Çevirmen, herî dawî destnîşan kir ku rewşa girtiyan her ku diçe bêtir krîtîk dibe û wiha bi dawî kir: "Me gelek caran serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da. Lê mixabin me tu encam bi dest nexist. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe. Di çi rewşê de dibe bila bibe divê mafê girtiyan ê tendurîstî û jiyanê bê parastin. Hem li gorî qanûna bingehîn û hem jî li gorî peymanên navneteweyî divê mafê jiyanê û tenduristiya her kesî bê parastin. Lê li şûna mafê jiyanê bê parastin, li girtîgehan tecrîdê di nava tecrîdê de pêş dixin. Wan ji mafê azadî, tenduristî û civakî bêpar dihêlin.
Em dîsa dibêjin divê bi lezgîn mafê wan bê parastin û girtiyên nexweş di nava şert û mercên guncav de bên dermankirin û berdan.
MA / Berivan Altan