Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin

  • rojane
  • 09:11 16 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL – Dadgerê berê yê DMME'ê Riza Turmen, êrîşên li dijî HDP'ê nirxand û wekî "hovîtî" pênase kir. Turmen, destnîşan kir ku HDP ji ber heviya demokrasî û aştiyê ye rastî êrîşan tê û wiha got: "Lê piştî 24'ê Hezîranê ev hemû dê bên guhertin. Ez bawer dikim ku Demîrtaş jî dê bê berdan."  
 
Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Sazûmankarê Platforma Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎP) Riza Turmen, der barê geşedanên li ser hilbijartinê û êrîşên dawî yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand. 
 
Turmen, destnîşan kir ku li tu derê cîhanê namzetê serokomariyê nehatiye girtin. Turmen, da zanîn ku girtina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş neheqiyek pir mezin e û minaka wê tune ye û wiha got: "Li tu dera cîhanê namzetê zerokomariyê ne girtî ye. Ji 6 namzetan yek jê girtî ye û em diçin hilbijartinê. Ev ne karê aqilan e. Di hilbijartinê de rêgaza wekhevî û adîlbûnê heye. Ger ku namzetek girtî be, ev hilbijartin ne adîl û ne wekhev e. Dîsa gelek wekîl û namzetên HDP’ê girtî ne. Ev bi xwe pirsgirêk e. Ya sêyemîn HDP ne di nava îtîfaqê de ye. HDP li dervê itîfaqan hatiye hiştin. 
Hiştina HDP'ê ya li dervê îtifaqan pir şaş e. Ev nîşan dide ku kurdan li derveyê siyasetê dihêlin."  
 
DIVÊ SÎNORÊ JIYANA HEVPAR BÊ DÎTIN
 
Turmen, da zanîn ku divê hemû pergal li gorî jiyana hevpar a ku kurd jî di navde cihê xwe bibînin bê avakirin û wiha got: "Divê çarçoveyek bê avakirin ku kurd, turk, elewî, sunî û hemû nasname û pêkhatiyên li Tirkiye di navde cihê xwe bigirin. Ger ku kurd bên wêdekirin û li derve bê hiştin ev pergal nayê avakirin. Dê hesta kurdan a biyanibûnê bêtir pêş bikeve. Niha dervehiştina îtîfaqê vê yekê bêtir kûr dike. Ev pir şaş e. YSK'ê rêgezên wekheviyê îhlal kiriye. Li gorî qanûna Bingehîn dive hemû partî di şertên wekhev de têkevin hilbijartinê. Divê YSK wekhev nêzî hemû partiyan bibe. Divê xebatên hilbijartinê di nava şert û mercên wekhev de bên kirin. Rêgeza wekheviyê pir girîng e. Li Tirkiye herî zêde rêgeza wekheviyê tê îhlalkirin. Ji ber ku ji 6 namzetên Serokoariyê yek jê girtî ye. Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa mafê hilbijartin û bijartinê hatiye îhlalkirin. Divê mirov ê yekê bibe darazê. Divê bê tespîtkirin ku ev şert û merc çiqas ne wekhev û ne adîl e." 
 
‘ÎKTÎDAR TURKIYEBÛNA HDP’Ê TALÛKE DIBÎNE'
 
Turmen, da zanîn ku îktîdar naxwaze HDP bibe partiya Tirkiye û êrîşên li dijî HDP'ê wekî “Havîtî" pênase kir. Turmen, herî dawî sedema êrîşên lijî HDP'ê jî şirove kir û wiha got: “Çima êrîşî HDP’ê dikin. Ji ber ku HDP bingeha Tirkiye fireh dike. Ne tenê dengê kurdan, dengê hemû gelê Tirkiye distîne. Kurd, turk tev deng didin. Niha HDP diyarker e. Her tişt bi derbaskirina HDP'ê ya bendê ve girêdayî ye. Ji bo HDP bendê derbas neke hemû hêza xwe û planên xwe xistine meriyetê. Bi her awayî hewl didin ku HDP’ê di bin zextan de bihêlin. Niha li dijî HDP’ê êrîş û tundiya fîzîkî xistine meriyetê. Ev neheqiyek gelek mezin e. Her ku HDP  dibe partiya Tirkiye baneya wê fireh dibe. Li Tirkiye bêtir dibe heviya demokrasiyê. Ji ber ku HDP li Tirkiye dibe heviya demokrasiyê êrîş zêde dibin." 
 
BAWER DIKIM DEMÎRTAŞ PIŞTÎ 24'E HEZÎRANÊ BÊ BERDAN
 
Riza Turmen, herî dawî bal kişand ser encama 24'ê Hezîranê û wiha bi dawî kir: "Ez bawer dikim ku piştî hilbijartina 24'ê hezîranê ev tabloya neayînî bê guhertin. Bawer dikim ku piştî 24'ê Hezîranê Selahattin Demirtaş bê berdan. Ji ber ku girtina wî siyasî û keyfî ye. Demîrtaş serokê partiyekê ye. Çima girtî ye. Bersîva vê yekê tune ye. Bawer dikim piştî 24'ê Hezîranê her tişt rast bibe." 
 
MA / Sadiye Eser - Melike Ceyhan
 
 
 

Sernavên din

16/06/2018
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn
14:58 Bav Şenyaşar li tenişta zarokên xwe hat definkirin
Xwişk: We kuşt lê hûn çima raporê nadin?
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
14:15 Dayîkên Şemiyê: Cejin ji bo me ne cejn e
13:50 Dersimiyan bersîv da Serokwezîr: Ewil komkujiyê ronî bikin
13:38 Dikandarên Pirsûsê bi bertekin: Madem PKK’î bûn wê demê çima deng ji wan xwestin?
13:08 Pirsûs rojeva sereke ya pîrozbahiyên cejnê yên partiyên siyasiye
12:23 Namzetên ciwan ên HDP’ê bertek nîşanî bûyera Pirsûsê dan
11:46 3 xwendekarên mitînga AKP’ê şermezar kirin, hatin binçavkirin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
11:35 Li Sîlopî qeze: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:47 Ji bo mitînga Bakirkoyê bang: Werin em dengê xwe bikin yek
10:41 QSD dê bi kijan hêzan re operasyona Efrîn, Cerablûs û Ezazê pêk bîne?
10:39 Namzetê HDP’ê yê Rihayê Kaplan ê Soylu ew kir hedef hat binçavirin
09:14 Ji Efrînê heta Qendîlê
09:14 Dayik û bav dest ji hev berdan 4 zarok li holê man
09:13 Ozturk: Operasyona Qendîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ye
09:12 200 hefte ye ji bo girtiyên terkî mirinê hatine kirin azadiyê dixwazin
09:12 ESHÎD'ê ji bo sindopên seyar serlêdan kir, lê YSK'ê bersîva muşahîdan da
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
09:08 HDP'î ji bo guhertinê dê biherikin Bakirkoyê
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN
15/06/2018
18:51 Bav Şenyaşar ê AKP'îyan bi giranî birîndar kir jiyana xwe ji dest da
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:39 HDP’ê ji bo mitînga Bursa banga tevlîbûnê kir
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
16:21 Namzetên HDP’ê cejna gel pîroz kirin
15:35 Soylu tev li cenazeyê Yildiz bû: Dibe bûyerên wisa biçûk çê bibin
14:58 Cenazeyê birayên Şenyaşar ji Dilokê şandin Pirsûsê
14:57 Temellî: Destûr nedin rastiyan tarî bikin
14:56 HDP dê mitînga fînalê li Wanê pêk bîne
14:21 Aktîvîsta TJA Derya Aslan hat binçavkirin
14:20 Dayik Şenyaşar: Erdogan bêbextiyê dike
Şahid: Li ber çavê polîs û bijîşkan êrîş kirin
14:08 Welatiyê ji Elmanye hat, bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye hat girtin
13:38 Platforma Maf û Edaletê banga tevlîbûna mitînga HDP'ê kir
13:32 Li Rihayê gule li bedena 8 kesan ket
13:13 Demîrtaş: Divê welatiyên me neyên provokasyonan
12:45 Şandeya HDP'ê: Berpirsiyarê kuştina li Pirsûsê hikûmet e
12:29 Dozgerê Rihayê: Ji ber hûrguliyên bûyerê nediyar in kes nehatiye binçavkirin
12:23 Ji Demîrtaş peyama cejnê
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
11:14 301 cenaze cejnek din jî ‘bêkes’ pêşwazî kirin
11:08 Li gelek bajar û navçeyan gor hatin ziyaretkirin
11:00 Ji HEP’ê heya HDP’ê kedkarê hemû kesan ên ji destên wî çay vexwarin
10:50 Namzetên ciwan ên Dîlokê: Em dê bibin dengê ciwanan
10:31 Siyasetmedarên kurd, Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:45 Rojnamegerên jin: Pêwîstî bi guhertinek teqez heye
09:24 Îtîfaqa hilbijaritnê ya AKP-MHP û PDK’ê
09:23 Namzetê HDP'ê Kirkazak: Êdî li Bursayê wekîltiya HDP'ê ne surpriz e
09:22 Hilbijêrên Uskudarê: Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
09:20 Cizîr ji bo mîtînga ku dê bi deh hezaran kes beşdar bibe amade ye!
09:19 Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk: Eger hûn samîmî bin niha dawî li Rewşa Awarte bînin
09:19 Jinan ji bo mîtînga HDP’ê bang kir: Bila jin Bakirkoyê rengdar bikin
09:18 Hunermend: Ji bo azadiya xwe em li Bakirkoyê bin
09:17 Li Bekîr Kaya doza ‘Çima te pir çêkiriye?’ kirin
09:16 Li Îdirê êdî cotkar nikarin erdên xwe jî bajon
09:16 Dê HDP li Îdirê 10 hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne ser sindoqan
09:15 Dayika 60 salî, tevî 3 zarokên xwe û bûka xwe girtiye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
14/06/2018
19:51 Malbatan bi girseyî gorên zarokên xwe ziyaret kirin
19:18 Malbatên Roboskê biryara DMME û AYM’ê rexne kirin
16:59 Di êrîşa Namzetê AKP’î de hêjmara kuştiyan derket 4'an
16:04 Malbatên leşker û polîsan: Em zarokên xwe dixwazin
15:14 Onanç a CHP’î bertek nîşanî Erdogan da: Ev bêexlaqiye
15:08 Ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan
14:51 Serokê Baroya Enqereyê: Gelo rêxistinên taxan dê mirovan tehîd bikin?
14:51 Li dijî leşkeran êrîş: Leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn
14:50 Komekê êrîşî HDP’iyan kirin û 7 kes birîndar kirin
14:22 'Ez dê pirsgirêkên karkeran bibim meclîsê'
14:06 Sezer ê polis bi maşinê lêxist û kuşt hat definkirin
13:26 MYK'a HDP: Serokkomar sûc dike û AYM hiqûqê binpê dike
13:01 Sancar: HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê bîne
13:00 Li Sîlîvrî fikra hevpar: HDP partiya kîlîd e
12:41 ‘Ku mirov dayika aştiyê be ne sûc e’
12:27 '24’ê Hezîranê roja hesap pirsînê ye'
12:02 Ji partiyên siyasî banga 17’ê Hezîranê: Werin em mil bidin milê HDP’ê
11:34 Ji bo di cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 ‘Wekî berxwedana Hezîranê, di 24'ê Hezîranê de jî emê ji AKP'ê re bêjin 'raweste'
10:59 Ozdemîr: Qeyûm Şaredariya Êlihê deyndar dike
10:46 Demirtaş bersîv da Erdogan: Binere vê carê ez tev li te dibim
10:12 Weşanxaneya Lîsê tevahiya dîwanên Cegerxwîn çap kirin
09:53 Îtirafên Erdogan û rastiya kurd
09:52 Neviyê Şêx Seîd: Tu kê darve dikî?
09:51 Dayika Ceylan Onkol: Bila ev bibe hilbijartina aştî û edaletê
09:28 Dozgeriyê îfadeya nûçegihanê me ya li emniyetê nedît!
09:27 Riha amirên mulkî hişyar kir: Dê îktîdar biguhere, daxilî sûc nebin
09:26 Li ser giliya Mûsa Çîtîl derbarê 7 rojnamevanan de doz hat kirin
09:25 Qeysîvanên Meletiyê: AKP temam e, dor a HDP'ê ye
09:24 TMMOB'ê kampanyaya 'dengê xwe bi kar bînin' da destpêkirin
09:24 Ji ber qedexekirina zozanan bi rihetî nikarin kivarkan kom bikin
09:23 Meger Navenda Cazîbeyê, qaleqol, girtîgeh û kampa penaberan e!
09:22 Li Mêrsînê hedef herî kêm 3 parlementer in
09:21 Wan amade ye, li benda 24'ê Hezîranê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin