ÊLIH - Yûsif Sîpan ê ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi hinceta li bin wêneyê ku di dema leşkeriya mecbûrî ya dema rejîma Beşar Esad de hatiye kişandin de şîrove kiriye, hat girtin.
Welatiyê bi navê Sîpan Yûsif (30) ê ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 17’ê Sibatê de li Taxa Şîrînevler a Êlihê di serdegirtina mala malbata Mendeş de hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku beriya binçavkirinê polîsan Yûsûf birine odeyeke tarî û demeke dirêj lê xistine. Hat diyarkirin ku di heman serdegirtinê de xwediyên malê jî hatine derbkirin û Yusuf birine Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Yûsûfê ku îfadeya wî li Midûriyeta Polîsan a Bajêra Êlihê hat girtin, di 20'ê Sibatê de ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Êlihê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Yûsûf wêneyê leşkeriya mecbûrî yê di sala 2007'an de kişandibû, di medyaya sanal de parve kiriye. Bikarhênerk jî li bin wêne şîroveyek kiriye û gotiye "Lehengê YPG'ê." Yûsûf di îfadeya xwe de got: "Min wê demê leşkeriya mecbûrî kir, wêne yê wê demê ye." Lê dadgeriyê ji bo Yûsûfê ku ji bo Beşar Esed leşkeriya mecbûrî kir, got YPG'î ye û biryara girtina wî da.
Yûsûf vî wêneyê ku li leşkeriyê kişandibû di sala 2013'an de parve kiribû. Ev wêneyê di dema leşkeriya Esed de di sala 2007'an d ehatibû kişandin wekî sedema "endamtiya rêxistinê" hat bikaranîn.
Hat hînkirin ku Yûsûf 7 sal in li Êlihê dijî û li cem malbata Mendeş karê tekstîlê dike.
MA / Fethî Balaman