NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û banga rawestandina tayînkirina qeyûman li rayedarên dewleta tirk kir.
Raportorên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê David Eray (Swîsre) û Bryony Rudkin (Ingilistan) bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan.
Daxuyanî li ser malpera Konseya Ewropayê hat parvekirin û wiha hat gotin: “Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê û Endamê Delegasyona Tirk a Wanê Abdullah Zeydan berî demeke kurt ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Ev meseleyeke gelek cidî ya metirsiyê ye. Nabe ku were paşguhkirin. Mazbataya Zeydan, di Nîsana 2024’an de hatiye dayîn û ev kiryara nû ya li dijî Zeydan hatiye kirin, xeleka dawî ya rewakirineke bizanebûn û hesabkirî ye.”
Eray û Rudkin anîn ziman ku ev di heman demê de parçeyekî şemayeke berfireh û antî-demokratîk e û wiha berdewam kirin: “Li Tirkiyeyê, ji hilbijartinên 2024’an û vir ve 10 şaredar ji kar hatin dûrxistin û ev jî redkirina dengên 4 milyon hilbijêran e. Gelek şaredarên muxalîf di bin şopdariya hiqûqî de ne, bi dozên heqaretê û cezayên hepsê yên dirêj re rû bi rû ne. Zirara ku ev sepan dide demokrasiyê di Kongre û Komîsyona Venedîkê de jî gelek caran hate ziman.
DIVÊ ENDAMÊN MECLISA ŞAREDARIYÊ ŞAREDAR HILBIJÊRIN
Kongreyê di rûniştina dawî ya 519 (2024)’an a Biryara Tavsiyeyê de careke din aniye ziman ku divê ev sepan bê rakirin û bangî rayedaran kiriye ku têrkariya namzedan berî hilbijartinê û li ser cezayekî erêkirî binirxîne. Divê destûr bê dayîn ku namzedên guncan hatine dîtin, li gor Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê ku ji bo hemû endamên Konseya Ewropayê derbasdar e, bi serbestî bi cih bînin. Dema şaredarek ji kar hate dûrxistin, divê endamên meclisa şaredariyê şaredarê nû bikarin hilbijêrin.
BANG KIRIN
Em ê van geşedanên dawî di 25’ê Sibata 2025’an de li Strasbourgê pêşkêşî Komîteya Çavdêriyê ya Kongreyê bikin û em ê bi endamên delegasyona Tirkiyeyê re ku beşdarî van civînan bûne danûstandinê bikin. Em careke din bangî rayedarên Tirk dikin ku dawî li vê sepanê bînin û da ku pêşniyarên berê bi awayekî çalak bisepîne bi raportorên kongreyê re diyaloga siyasî ji nû ve bide destpêkirin.”