AMED - Konseya Bajar a Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û xwest qanûna rê li ber tayînkirina qeyûman vedike were betalkirin.
Konseya Bajêr a Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman li ber şaredariya Bajêrê Mezin a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de nûnerên Partiyê Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD), Parlementara Amedê Adalet Kaya û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî da.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku AKP qeyûm tayînî şaredariyan dike û got: “Li Tirkiyeyê pişti rewşa awerte hat îlankirin, dewlet bi aliyê KHK’ê dest bi tayîna qeyûma kir. Di sala 2016’an de 95 şarederên BDP qeyûm hat tayin kirin. Nûnerên hikûmetê yên ku xwestin bi feraseta ‘terorê’ bêhiqûqiya tayînkirina qeyûman rewa bikin, piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an jî polîtîkayên xwe yên qeyûman dewam kirin. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an, Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin, 5 şaredarî, 33 şaredariyên navçeyan û 7 şaredariyên bajarokan bi giştî 48 şaredariyên HDP’ê kirin. Di dema nîqaşên ji bo aştiyê tên kirin de, dîsa qeyûm tayînî şaredariyên piştî hilbijartina 31’ê Adara 2024’an hatin hilbijartin dikin. Di 3’yê hezîrana 2024’an de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Piştî wê qeyûm li ser qeyûm tayîn kirin. Herî dawî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Piştî hilbijartina 31’ê Adarê, qeyûm tayînî 11 şaredariyan kirin. Ji van şaredariyan 9 ji wan DEM Partî û 2 jî yên CHP’ê ne. Ji sala 2016’an ve, bi rêk û pêk qeyûman tayînî şaredariyên bajarên Kurdan dikin. Bi van qeyûman mafê hilbijartinê û bijartinê binpê dikin. Desthilatdariya siyasî ji bo rewakirina biryara tayînkirina qeyûman, darazê dike amûr û ceza li hevşaredaran dibirin.
Em weke Konseya Bajarê Amedê tu carî tundiya hiqûqê û astengiyên li dijî welatiyên ku dixwazin mafê xwe yê xwepêşandana aştiyane biparêzin. Em bang dikin ku demildest hemû welatiyên ji ber bikaranîna mafê xwe yê civîn û xwepêşandanê ku di makezagonê û gelek metnên qanûnên gerdûnî de weke maf hatiye pênasekirin, serbest bên berdan, hemû pêvajoyên tayînkirina qeyûman ên ku heta niha hatine kirin, tavilê bên rawestandin. Em dixwazin qanûna rê li ber tayînkirina qeyûman vedike bê betalkirin.
Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di 11’ê Sibatê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Abdullah Zeydan birî. Piştî ceza li Hevşaredar Abdullah Zeydan re hat birîn, Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînî şeredariya Bajarê Mezin a Wanê kir. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên nerazîbûnên tên lidarxistin.