ÎZMÎR - Bi tevlibûna gelek hunermendan li dijî serdegirtina avahiya Mala Hunerê ya Jîn Artê çalakiya nobetê ya çand-hunerê hate destpêkrin.
Bi armanca protestokirina êrişa polîsan a 14’ê Sibatê ya li ser Mala Hunerê ya Jîn Artê, li avahiya mala hunerê bi beşdariya hunermend û hunerhezan çalakiya nobetê hate lidarxistin. Koma Muzîkê ya Zarokan a Şubadap, rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê, Nûnertiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê û gelek saziyên sivîl piştgirî dan çalakiyê. Di nobetê de ji rêveberiya Mala Hunerê ya Jîn Artê Belkîsa Suleymanoglû axivî.
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Belkîsa Suleymanoglû diyar kir ku êriş ne tenê li dijî Mala Hunerê ya Jîn Artê, li dijî çanda hemû gelan hatiye kirin û destnîşan kir ku Mala Hunerê ya Jîn Artê ji bo çandên cuda û her wiha ji bo çanda Kurdan xebat pêk anîne û desteka ku ji bo çalakiya nobedê hatiye kirin bi nirx e. Belkîsa Suleymanoglû, got: “Hûn dikarin komputurên me ji vir bistînin, hûn dikarin amûrên me yên muzîkê desteser bikin, lê hûn nikarin vî ruhî desteser bikin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em serî natewînin. Em ê stranên xwe bibêjin, wêneyên xwe xêz bikin û şanoyên xwe pêşkêş bikin. Em ê xebatên xwe yên pirzimanî, pirçandî bidomînin."
Koma Muzîkê ya Zarokan a Şubadap a ku di nav kesên ku nobetê ziyaret kirin de, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê ya Mala Hunerê ya Jîn Artê dê demekê li avahiya mala hunerê provayên xwe bikin. Li ser navê Şubadap Serdar Yurterî Turkmen jî axivî û diyar kir ku ev der mala wan e û zext ne tenê li ser zimanên cuda li ser muxalîfan û yên dixwazin çandeke cuda ava bikin jî tê kirin.
Çalakiya nobetê bi konsera muzîkê û serdana gelek sazî û welatiyan dewam kir.
Çalakiya nobetê dê heta saet 19.00’ê bidome.