STENBOL - Yek ji îmzevanên Platforma Maf û Edaletê Nurten Ertugrul, diyar kir ku ew girîngiyê didin mitînga HDP’ê ya Stebolê û got: “Em bawer dikin ku dê mitînga Stenbolê weke mitînga Amedê bi coş derbas bibe.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, di 17’ê Hezîranê saet 17.00’an de li Bazara Gel a Bakirkoyê dê mîtingê pêk bîne. Piştgiriya ji bo mîtinga HDP’ê berdewam dike. Ji îmzevanên Platforma Maf û Edelatê Nurten Ertugrul, diyar kir ku mîtinga HDP’ê girînge.
Ertugrul, da zanîn ku mîtinga HDP’ê ya roja Bazara Gel a Bakirkoyê girînge û wiha axivî: “Tevlîbûna zêde ya mîtînga CHP’ê ya Amedê ji min pir girîng bû. Em tenê behs tifaqa gelekê nakin. Em dixwazin hemû beşên mûxalix bên gel hev û bi hevre tevbigerin. Ez bawer dikim ku mîtînga vê deriyê jî mîna mîtînga Amedê derbas bibe. Divê em hemû piştgiriyê bidin HDP’ê û wekîlên we bibin meclîsê.”