RIHA - Rêxistina HDP'ê piştî duh Namzetê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz û zilamên xwe êrîşî Esnaf Şenyaşar kir û ji malbata Şenyaşar 2 kesan û ji êrişkarên AKP'î 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, şandeyek ku ji parlamenter û namzetan pêk dê ava kirin û çûn Rihayê. Şandeyê li Rihayê daxuyanî da û xwest dozger demek berî demekê bersûcan darizînin û ceza bikin.
Rêxistina HDP'ê piştî bûyera duh li Navçeya Pirsûsê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, şandeya ku ji namzet û parlamenterên HDP'ê pêk dê ava kir û şandin Rihayê. Şandeya HDP'ê ku ji Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Nîmetullah Erdogmuş, Sîbel Yîgîtalp û Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr pêk dihat li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Pirsûsê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de xwestin demek berî demekê kujer bên girtin û darizandin.
Ewil Namzetê HDP'ê yê Rihayê û Wekilê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş sersaxî ji malbatan re xwest û wiha got: "Rûdana li Pirsûsê ne di navbeyna du malbat an jî partiyan de ye. Divê destilatdarî zimanê xwe biguherîne. Dema ku parlamenter serdana esnafan dike, piştî kesê ku ev 25 sal in esnafiyê dike, fikrên xwe dibêje, rageşiyek çêdibe. Xapandina civaka Tirkiyê rewşeke bi qasî vê rûdanê kambax e."
Li ser navê şandeya HDP'ê Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û Namzeta HDP'ê Sêrtê Meral Daniş Beştaş daxuyanî da. Beşdaş, diyar kir ku her tişt li nava rojê, li pêş çavan û li ber kamerayan heye û xwest bi lezgîn berpirsiyar bên girtin û darizandin. Beşdaş, bang li dozgeran kir û bi lez bûyerê lêkolîn bikin û berpirsiyaran bigirin û darizînin. Beşdaş, anî ziman ku piştî bûyerê ji daxuyaniyên rayedarên AKP'ê û Serokomar diyar dibe ku her tişt bi organîze hatiye kirin û dixwazin bi van daxuyaniyan rastiyê aloz bikin. Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku ger kujerên bûyeya Pirsûsê ya 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, kujerê 5'ê Heziranê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û kujerên komkujiya Enqereyê ku 101 kesan jiyana xwe ji dest dan hatibûna girtin û cezakirin ev bûyer pêk nedihat û wiha got: "Ji vê meselê rasterast AKP berpirs e. Hemû organên çapemeniyê bi zimanê hikûmetê weşanê dikin. Em baş bi van rûdanan zanin.
20’ê Tîrmehê li Pirsûsê komkojiyek çêbû. 5’ê Hezîranê li Amedê di mîtînga me de bombe hate teqandin. Ev hemû dema ku AKP desthilatdar e pêk hatin û demên hilbijartinê ne. Sicîla AKP’ê ev qasî xirab e. Her tişt li holê ye. Her tişt li pêş kamerayan û li pêş çavan pêk hat. Berpirsê vê Erdogan e ku tim me dixe hedefe. Ev zimanê wî ye ku rê li ber êrîşan vedike. Beriya ku em bizanin bê ka yê kuştî kî ye, nûçeyên bi rengê ‘PKK’ê êrîş bire ser AKP’ê hatin weşandin.’ Ev ne normal e. Ji bo ku êrîşên xwe binixumînin vî zimanî bi kar tînin. Pê dixwazin civakê manîpule bikin."
‘PIŞTÎ FERMANA ERDOGAN BÛ’
Beştaş herî dawî got, "Çi karê leşker li bajêr heye? Erdogan got, 'divê HDP bendê derbas neke', ev rûdana Pirsûsê bû. Wê nikaribin helwesta wêrek a HDP’ê bişkînin. Dibêjin, 'PKK’ê êrîş bi ser AKP’yiyan de bir'. Van hiş berdane. Wekîlê AKP’yî diçe ji PKK’ê dengan dixwaze? Hûn ê ji kesê ku ev 25 sal in esnaftiyê dike dengan bixwazin û piştre vê derewê bikin. 24’ê Hezîranê dema wan diqede, wê bersiva xwe bibînin, lê xemgîniya me ji ber miriyan e. Her demê jî em ê li rex gelê xwe bin. Em bang li dozgeran dikin ku erka xwe pêk bînin û bersûcan bigirin û darizînin. Ger ku berpirsiyar neyên girtin û neyên darizandin berpirsiyarê vê bûyerê hikûmet e. Ji daxuyaniyên îktîdarê jî xuya dibe ku e bi zanebûn û plan hatiye kirin. Em dê heta dawî vê bûyerê bişopînin û ronî bikin."