RIHA - Serdozgerê Komarê yê Rihayê Sadî Dogan, têkildarî bûyera duh ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyanî da û diyar kir ku ji ber hêj hûrguliyên bûyerê zelal nebûne kes nehatiye binçavkirin.
Serdozgerê Komarê yê Rihayê têkildarî bûyera duh li navçeya Pirsûsê pêk hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Serdozgeer Sadî Dogan wiha got: "Hêj hûrguliyên bûyerê ronî nebûye. Ji ber vê yekê hêj kes nehatiye binçavkirin. Der barê 3 kesan de biryara girtinê heye. Ji bo der barê bûyerê de lêkolîn bê kirin, me ji navenda Rihayê 3 dozger peywirdar kirin."